Dagirkeriya Tirk li Efrînê avakirina avahiyên mêtingehiyê didomîne

Çavkaniyan da zanîn ku rêxistineke Qeterê avakirina avahiyeke mêtingehiyê li navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ya dagirkirî bi dawî kir, li kêleka wê jî rêxistineke Kiwêtê li heman navçeya avahiyekê lê dike.

Dagirkeriya Tirk li Efrînê avakirina avahiyên mêtingehiyê didomîne
8 hezîran, 2022   12:15
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Dewleta Tirk a dagirker bi desteka rêxistinên Îxwanî yên qeterî û kiwêtî guhartina demografiyê li herêmên Sûriyê yên dagirkirî berdewam dike, bi taybet li Efrîna dagirkirî da ku wê tev li xaka xwe bike.

Di demekê de serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi israr e ku milyonek penaberên sûrî yên li Tirkiyê derxe û li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê bi cih bike, sûcên guhartina demografî û avakirina avahiyên mêtingehiyê li wan herêman berdewam in.

Girêdayî mijarê çavkaniyan ji Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê re got komeleyeke qeterî avakirina avahiyeke mêtingehiyê li navçeya Şiyê bi dawî kir û wê sibe veke.

Heman çavkaniyan eşkere kir ku komeleya bi navê “Xêr El-Şam a Însanî" ya kiwêtî bi desteka komeleya "Rihme El-Alemiye” ya kiwêtî ji nêzî 2 mehan ve bi hevkariya çeteyên ‘Firqet Sultan Silêman Şah’ ku navçeya Şiyê dagir kiriye, avahiyeke nû bi navê gundê ‘Newaf El-Xêr’ ava dikin.

Li gorî çavkaniyan di avahiyê de nêzî 200 mal hene, tê payîn malbatên çeteyan ku beşdarî şerê li Lîbya û dewletên din ên cîhanê bûne, tê de bi cih bikin.

(fr)

ANHA