Jinan li Reqayê piştgirî da jinên ji Efganistanê

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê di çarçoveya pêngava "Bi rêxistin bike, li ber xwe bide, azadiyê pêk bîne" de ya li dijî tundiya li ser jinan, ji bo hevgirtina bi jinên Efganistanê re çalakiyek organîze kir.

Jinan li Reqayê piştgirî da jinên ji Efganistanê
8 hezîran, 2022   12:10
REQA

Di çalakiya destekdayînê de ku li Çerxerêya Neîm a Reqayê hate lidarxistin, sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd, endamên Meclisa Jinan a partiyê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

Di çalakiyê de jinan pankartên "Talîban û DAIŞ yek in", "Bes e ji kuştina jinan re", "Na ji kolekirina jinan re" û wêneyên çalakgerên jin hildan.

Tevgera Talîbanê ku di nîvê Tebaxa par de Efganistan kontrol kir, yasayan li ser jinan ferz dike, nahêle jin li dibistanên amadehî bixwînin, bi tenê nabe bi cihekî de biçin, li cihên giştî divê laçikan li xwe bikin, her wiha di vê dawiyê de jî rûyê pêşkêşên kanalên nûçeyan digirin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û cîgira Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Semîre El-Ezîz xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji dema tevgera Talîbanê ya terorîst erdnîgariya Efganistanê kontrol kiriye û rawabûna nixumandî jê re hatiye dayîn û vir ve siyaseta qirkirin û çewisandinê dimeşîne, dest bi kiryarên hovane û dermirovî li dijî gelê eganî kir, ji nû ve serdema cehalet, nezaniyê vegerand û vîn û mafên rewa têk bir.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev kiryar li dijî qanûnên mafên mirovan û jinan in û wiha dewam kir: “Li dijî jinan zulm û qedexekirina ji mafên xebat, perwerde, ewlehî û dûrxistina ji jiyana giştî hatin ferzkirin. Jin hatin neçarkirin ku laçikan li xwe bikin, ev yek jî nîşaneya zihniyeta paşketî û terorîstê nîşan dide.”

Daxuyaniyê bal kişand ser jinên Efganistanê ku hîna jin di xwebirêxistinê û yekitiyê de berdewam in ku azadiya xwe bistînin û mafên xwe mîsoger bikin. Ew jî tevî ku bi hemû şêweyan rastî qirkirin, hemleyên girtin û darvekirinê tên. Ev yek ne tenê bandorê li ser jinên efganî dike, lê belê dê bandorên wê li ser tevahî efganiyan hebe.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê di daxuyaniya xwe de got: "Li ser esasê baweriya me bi rêgezên bingehîn û armancên me yên pîroz ku doza jinan li ku derê dibe bila bibe dozek e, divê hemû bi jinên li cîhanê re hevgirtî bin û piştgiriya wan bikin. Ji bona vê jî em li pêşberî erkekî exlaqî ne ku destekê bidin doza jinan li Efganistanê ku têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Ji ber azarên wan ên îro me berê di dema DAIŞ’ê de kişand."

Meclisê bang li tevahî rêxistinên jinan û hiqûqî yên li cîhanê kir ku li dijî tundrawî û tundiyê destekê bidin jinên li Efganistanê.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku divê jin bi hev re tê bikoşin û hevgirtî bin, da ku rola xwe ya xwezayî aktîf bikin, pişta xwe bidin hêza xwe ku parastina xwe li dijî siyasetên çewisandinê bikin, her wiha jiyan, fikir, hêvî û berjewendiyên xwe ji êrişên rejîmên destoptî û zîhniyeta baviksalariyê biparêzin.

(fr)

ANHA