Lavrov û Çavuşoglu rewşa Ukrayna û Sûriyê nîqaş kirin

Wezîrê karên derve yê Rûsya Sergey Lavrov îro li paytexta Tirkiyê Enqereyê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re civiya û rewşa Ukraynayê û ya Sûriyê nîqaş kirin.

Lavrov û Çavuşoglu rewşa Ukrayna û Sûriyê nîqaş kirin
8 hezîran, 2022   11:41
NAVEDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh gihaşt Tirkiyê da ku avakirina koorîdorên deryayî ji bo derbaskirina genimê Ukraynayê bi rêya Deryaya Reş û dosya Sûriyê nîqaş bike.

Piştî hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê re, Sergey Lavrov di civîneke çapemeniyê de got welatê wî amade ye li Stenbolê têkildarî derbaskirina genim bi NY, Tirkiye û Ukraynayê re civînekê li dar bixe.

Lavrov îdia kir ku eleqeya rewşa genimê Ukraynayê bi aloziya xwarinê ya cîhanê re tune ye, lê welatên rojavayî wê wek karesateke cîhanî bi nav dike.

Der barê tevgera leşkerî ya li Ukraynayê de jî Lavrov got “karê welatî wî li Ukraynayê dike” li gorî planê dimeşe û divê “diyalogên aştiyê” beriya ku dan û standina di navbera Pûtîn û Zelensky de pêk were, bên lidarxistin.

Der barê dosyaya Sûriyê de jî wezîrê karê derve yê Rûsyayê diyar kir ku peymana bi Tirkiyê re ya têkildarî rewşa Idlibê pir deng pêk tê.

Berovajî daxuyaniyên berê yên Rûsyayê yên têkildarî binpêkirina agirbesta di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û dewleta Tirk a dagirker de, Lavrov got welatê wî “metirsiyên Tirkiyê” yên têkildarî gefên li ser sînorên wê fehm dike.

Demekê berê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyandibû ku QSD pabendî agirbestê ye, her wiha bang li Tirkiyê kiribû ku li gorî agirbestê tev bigere.

Dewleta Tirk a dagirker gefên êrişeke nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina herêmên nû yên Sûriyê, dewam dike.

(eh)