Çeteyan li Racoyê 50 darên zeytûnê birîn

Çeteyên ‘Rîcal El-Herb’ ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî zêdetirî 50 darên zeytûnê birîn û êzingên wan birin baregeha xwe ya li navçeyê.

Çeteyan li Racoyê 50 darên zeytûnê birîn
8 hezîran, 2022   11:20
ŞEHBA

Çavkaniyên ji navçeya Raco ragihand ku çeteyên ‘Rîcal El-Herb’ ên girêdayî dagirkeriya Tirk zêdetirî 50 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Cîhad Mûsa birîne. Cîhad Mûsa ji gundê Meydano yê navçeya Raco ya Efrînê ye.

Çavkaniyan da zanîn ku zeviya ku darên zeytûnan lê hatine birin, li ser rêya gundê Xilalka yê navçeya Bilbilê ye.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn xwezaya Efrînê xira dikin, darên wê dibirin û bi êzingên daran bazirganiyê dikin.

(cx)

ANHA