HDP’ê êrişa li ser rojnamevanan şermezar kir: Dixwazin civakê bê deng bikin

Cîgirê hevserokên giştî yên HDP'ê Tayîp Temel bi daxuyaniyekê êrişa li ser rojnamevanan a li Amedê şermezar kir û got “Dixwazin civakê bê deng bikin û sûcên xwe binixumînin."

HDP’ê êrişa li ser rojnamevanan şermezar kir: Dixwazin civakê bê deng bikin
8 hezîran, 2022   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê hevserokên giştî yên HDP'ê û parlamenter Tayîp Temel li ser êrişên desthilata AKP-MHP'ê ya li dijî çapemeniya Kurd daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin. "Vê sibehê li Amedê di êrişa destgîrkirinê de hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatorak, Esmer Tûnç, Neşe Toprak û Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Neşe Toprak, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel jî di nav de gelek kedkarên çapemeniya azad hatin destgîrkirin. Desthiladariya AKP-MHP'ê her ku piştgiriya xwe ya civakî winda dike, ji aliyê siyasî ve têk diçe, bi bêçaretî êrişî partiya me, saziyên Kurdan, muxalîfan dike û bi van êrişên nehiqûqî û tirsonekî hewl dide temenê xwe dirêj bike."

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin: "Kedkarên çapemeniya azad ku îro jî êriş li dij hate kirin, her tim bûye hedefa desthilatdarî, hêzên wan ên paramîlîter û pêkhateyên paralel. Çawa ku kedkarên çapemeniya azad di salên 90’î de ji aliyê JÎTEM, Hizbûllah û çeteyên bi çek yên îlegal ên girêdayî desthilatdariya Çîller bûn hedef, di salên 2000'î de jî ji aliyê desthilatdariya AKP'ê û hevkarê wê Cemaat ve bi operasyonên qirkirina siyasî dibin hedef. Bi dehan rojnamevanên Kurd ku rastiyê di bin şert û mercên zexmet de ragihandin civakê hatin qetilkirin. Girtîgeh bi rojnamevanan hatiye tijîkirin, bi bombeyan êrişî avahiyên rojnameyan kirin. Bi biryarên desthilatdariya Çîller ên bi MGK’ê hatin girtin hewl dan saziyên çapemeniya azad bêdeng bikin.

Rojnamevanên Kurd di sala 2011'an de ji aliyê AKP û Cemaata wê ve di bin navê 'Doza Çapemeniya KCK'ê hatin hedefgirtin, niha jî bi heman rêbazan AKP-MHP êriş dike. Em zanin ku êrişên li dijî gelê Kurd, saziyên gelê Kurd, partiya me, muxaletef û rojnamevanan parçeyek ji xebatên hilbijartinê yên desthilatdaran e.

Êrişên li dijî rojnamevanan bêçaretî û bêhêziya desthilatdariyê nîşan dike. Lê ev êriş bi temamî bê wate ne. Kedarên çapemeniya azad ku têkoşîna heqîqetê ji Apê Mûsa, Gurbetelî Ersoz dewr girtine çawa ku doh li hemberî çeteyên Çîller û çeteyên cemaatê serî netewandin, wê îro jî li dijî polîtîkayên êrişkar û faşîst ên AKP-MHP’ê serê xwe netewînin."

Di daxuyaniyê de êrişên li dijî rojnamevanan bi tundî hatin şermezarkirin û ev bang hate kirin: "Em ê li gel rojnamevanên ku ji bo heqîqetê têdikoşin bibin. Em bang li raya giştî dikin ku li dijî wan êrişan bêdeng nemînin û rêxistinên rojmevanan bila bi hemkarên xwe re piştevaniyê mezintir bikin."