YRA: Divê hemû rojnamevanên destgîrkirî di zûtirîn dem de bên berdan

Yekitiya Ragihandina Azad bi daxuyaniyekê binavçkirina hejmareke rojnamegeran li Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve wek kirinek li dijî yasayên navdewletî bi nav kir û piştgiriya xwe bi rojnamegerên destgîrkirî re nîşan da.

YRA: Divê hemû rojnamevanên destgîrkirî di zûtirîn dem de bên berdan
8 hezîran, 2022   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) têkildarî binçavkirina hejmareke rojnamegeran li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da.

YRA`yê di daxuyaniya xwe de got, “Îro li Tirkiyê careke din mafê rojnamevanan hate binpê kirin û hejmarek kesên di saziyên ku bi awayekî fermî û li gorî yasayên dewletê kar dikin hatin binçav kirin.

Em wekî Yekîtiya Ragîhandina Aazad (YRA) ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û tevahî Sûriyê ji bo mafê rojnamevanan têdikoşe, van kirinên dewleta Tirk ên li dijî yasayên navdewletî şermezar dikirin û bi her awayî piştgirtiya xwe bi rojnamevanên destgirtî re nîşan didin.”

YRA`yê xwest ku hemû rojnamevan di zûtirîn dem de serbest  werin berdan û dewleta Tirk dest ji zext û zordariya li ser rojnamevan û saziyên ragîhandinê berde.

Li Amedê, polîsên Tirk serê vê sibehê bi ser malên gelek rojnamevanan de girt. Di serdegirtina malan de polîsan hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, gerînendeya JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatoprak, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel û Mehmet Yalçin destgîr kirin.

(cx)