Navenda PENa Kurd xwest rojnamegerên destgîrkirî tavilê bên berdan

Navenda PENa Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî binçavkirina hejmareke rojnamegeran li Amedê ji aliyê hikumeta Tirk ve şermezar kir û xwest rojnamegerên destgirîkirî demildest bên berdan.

Navenda PENa Kurd xwest rojnamegerên destgîrkirî tavilê bên berdan
8 hezîran, 2022   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Amedê, polîsên Tirk serê vê sibehê bi ser malên gelek rojnamevanan de girt. Di serdegirtina malan de polîsan hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, gerînendeya JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatoprak, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel û Mehmet Yalçin destgîr kirin.

Komîteya Birêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd têkildarî mijarê daxuyanî da.

Di daxuyaniya Komîteya Birêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd wiha tê gotin: “

“Li Tirkiyeyê zext, zor û çewsandina li ser rojnamegeran û azadiya derbirînê her ku diçe zêdetir dibe. Cara dawî li Amedê gelek kedkarên çapemeniya kurdan, bi avêtina ser malên wan de hatine binçavkirin.

Li gorî ragihandina çapemeniyê; Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê Serdar Altan û Gerînendeya JinNewsê Safiye Alagaş jî tê de, 13 rojnameger hatine binçavkirin. Navên rojnamegerên din ên binçavkirî ev in: Gulşen Koçak, Omer Çelîk, Azîz Oruç, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Berivan Karatoprak, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyuncu, Esmer Tunç, Mehmet Şahîn û Zeynel Abîdîn Bulut.

Divê bê gotin ku sê roj berê jî Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê Dîcle Muftuoglu jî hatibû binçavkirin, lê du roj berê hat berdan.

Dema ku ev daxuyanî dihat nivîsandin, me bihîst ku hêzên ewlekariyê bi ser avahiya Jin Newsê de jî girtine.

Em wekî Navenda PENa Kurd ji ber zext û zora li ser rojnamegeran û binpêkirina ravekirina fikir û ramanê xemgîn û dilgiran in, rewşa heyî ya nexweş şermezar dikin û hêvî dikin ku rojnamegerên hatine binçavkirin yekser û demildest bêne berdan.”