Siyasetmedarê iraqî: Tirkiye avakirina hikumetê asteng dike

Endamê Hevpeymana Dewleta Yasayî Amaledîn El-Hir da zanîn ku hin aliyên siyasî avakirina hikumetê li Iraqê asteng dikin û ew alî bi dewleta Tirk re hevkar in ku serweriya Iraqê binpê dike.

Siyasetmedarê iraqî: Tirkiye avakirina hikumetê asteng dike
8 hezîran, 2022   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker ji 17’ê Nîsanê ve êrişan li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê bi beşdariya PDK’ê pêk tîne. Her wiha Mesrûr Barzanî 15’ê Nîsana borî serdana Tirkiyê kir û bi Recep Tayyîp Erdogan û serokê MÎT’ê Hakan Fîdan re civiya.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê 26’ê Adarê ragihandibû ku dê dagirker bi hevkariya PDK’ê êrişeke mezin li ser Başûrê Kurdistanê pêk bînin.

Gelê Iraqê bertek li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan dan. Gelek hêzên siyasî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin, li kêleka wê jî Wezareta Karên Derve ya Iraqê bang li hêzên Tirkiyê kir ku bi temamî ji xaka Iraqê vekişin.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker, endamê Hevpeymana Dewleta Yasayê Amaledîn El-Hir ji Ajansa Melûma ya Iraqê re axivî û got: "Hin dewletên cîran bi rêya partiyên siyasî hewl didin avakirina hikumetê asteng bikin û dihêlin dewleta Tirk dewlemendiyên Iraqê desteser bikin. Lê tu biryareke Hikumeta Federal tune ye ku wan zêdegaviyan rawestîne."

PDK’ê bêyî ku li Hikumeta Navendî ya Bexdayê vegere peymana firotina petrolê bi dewleta Tirk a dagirker re îmze kir. Ev yek binpêkirina serweriya Iraqê û paşguhkirina biryara dawî ya Dadgeha Federal a Bilind li Iraqê ye ku divê PDK bêyî destûra Bexdayê tu reftaran neke.

(fr)