ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-06-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-06-2022
7 hezîran, 2022   23:00

-Meclisa Navçeya Tirbespiyê ji bo nirxandinên geşedanên siyasî civîneke girseyî li Hola Nadîn Siyahî li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixin, meş ji Çerxerêya Şehîd Mahsûm dest pê dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Alîkarê Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê, Ehmed El-Sultan Ebû Erac diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê bi kûrahiya 30 kîlometreyan, lê belê dixwaze tevahî xaka Sûriyê dagir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Welatparêzê Kurd Mehmûd Tahir Qadir ku di sala 1979'an de 3 mehan li gundê xwe yê Elepûrê yê rojavayê Kobanê rêber Abdullah Ocalan pêşwazî kiriye, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, bang li şêniyan kir ku dakevin qadan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Bakur û Rojhilatê  girîngiya xweparastinê li dijî êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û gefên wêz teqez kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gorî Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komîn şêweyê rêxistinbûyîna bingehîn a demokrasiya yekser e. Ew saziya biryardayînê û rêveberiya di aliyên rêveberî û rêxistinî de ye. Rêber Ocalan jî dibêje, "Ferd di neteweya demokratîk de azadiya xwe di komîna civakê de dibîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yasir El-Silêman teqez kir ku naskirina Rêveberiya Xweser, ji bo têkbirina hemû pergalên mêtinger û dagirkerî hêzek e û dê Sûriyê jî xurttir bike ji ber ku beşek ji welêt e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTN

- Serokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed, hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û teqez kir ku ev kiryar rê li ber parçebûna gelê Kurd vedike.

JIN

- Jinên ji Qamişloyê diyar kir ku wan di oxira rizgarkirin û parastina xaka xwe de zarokên xwe feda kirin, lewma dê axa xwe ji dagirkeran re nehêlin û got “Berxwedan jiyan e, em tu carî dev ji axa xwe bernadin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê di nava du mehên borî de gelek proje pêk anî. Her wiha amadekariyên qîrkirina rêyên sereke dike. Ev jî di dema ku şaredariyên gel ên herêma Firatê dest bi projeyên di nava pilana salê de kirine û şaredariya Dirbêsiyê jî jinûve dest bi qîrkirina rêya Dirbêsiyê – Hesekê bi dirêjahiya 13 km, kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA