Koçberên Serêkaniyê li dijî planên dewleta Tirk a dagirker meşiyan

Bi sedan koçberên Serêkaniyê ya dagirkirî di xwepêşandaneke girseyî de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bicihkirina biyanan tê li herêmên dagirkirî şermezar kirin.

Koçberên Serêkaniyê li dijî planên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Koçberên Serêkaniyê li dijî planên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Koçberên Serêkaniyê li dijî planên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Koçberên Serêkaniyê li dijî planên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Koçberên Serêkaniyê li dijî planên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Koçberên Serêkaniyê li dijî planên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Koçberên Serêkaniyê li dijî planên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Koçberên Serêkaniyê li dijî planên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
6 hezîran, 2022   19:17
HESEKÊ

Bi sedan koçberên Serêkaniyê ya dagirkirî, li kampa Telaye ya bajarê Hesekê, bi dirûşmeya “Em ê bi hemû pêkhateyên xwe li hember kuştin û koçberkirinê bisekinin”, xwepêşandanek girseyî li dar xistin û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û guhartina demografî şermezar kirin.

Xwepêşandan ji pêşiya meclisa kampê ber bi dawiya kampê ve çû. Di xwepêşandanê de siloganên “Na ji guhartina demografî re'', ''Na ji dagirkeriya Tirk re'' û ''Na ji bicihkirina biyanan re” hatin berzkirin.

Her wiha xwepêşandêran pankartên  bi nivîsên “Erê ji biratiya gelan re'', '' Na ji dagirkirina Serêkaniyê û Efrînê re'', ''Na na na, na ji bêdengiya navneteweyî re” vekirin.

Di xwepêşandanê de daxuyaniyek ji aliyê hevserokê rêveberiya kampê Ezîz Xenafir ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe ya dagirkirinê li ser herêmê, di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Ew jî bi hevkariya çeteyên terorîst û sepandina zimanê tirkî, guhartina demografî û guhartina nasnameya herêmê tê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker dixwaze van herêman li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne û hemû operasyonên wê yên qaşo ji bo pêkanîna aşitî û aramiyê, tenê hewldan in bi armanca pêkanîna siyaseta xwe ye.

Tiştê ku dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê dike, li vê dawiyê jî projeya herêma ewle, tenê ji bo siyaseta xwe bidomîne û fitneyê bixe nav pêkhateyên gelê Sûriyê, hem jî ji bo guhartina demografiya herêmê ye.

Em wek koçberên Serêkaniyê, êrişên dewleta Tirk û hewldanên guhartina demografî li herêmê şermezar dikin.

Em bang li gelê Sûriyê dikin ku neyên lîstokên qirêj ên ku bi carekê ne li gor berjewendiya Sûriyan in.”

ANHA