Rûspiyên eşîrên Dêrazorê li dijî dagirkeriya Tirk banga hevgirtinê kir

Rûspiyên eşîrên Ereb ên Dêrazorê, nerazîbûna xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Sûriyê nîşan dan  û banga yekgirtina li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker kirin û girîngiya beşdarbûna QSD’ê di çareseriya kirîza Sûrî de, teqez kirin.

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê li dijî dagirkeriya Tirk banga hevgirtinê kir
Rûspiyên eşîrên Dêrazorê li dijî dagirkeriya Tirk banga hevgirtinê kir
Rûspiyên eşîrên Dêrazorê li dijî dagirkeriya Tirk banga hevgirtinê kir
Rûspiyên eşîrên Dêrazorê li dijî dagirkeriya Tirk banga hevgirtinê kir
Rûspiyên eşîrên Dêrazorê li dijî dagirkeriya Tirk banga hevgirtinê kir
6 hezîran, 2022   16:08
DÊRAZOR

Şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê, di civîna ku li dîwana serokeşîrê Bûxabûr, Ednan Şibilî de, beşdar bûn. Herwiha bi dehan şêx û rûspiyên ku nerazîbûna xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan dan, tev li civînê bûn.

Di civînê de, beşdar banga yekgirtina gelê kirin û ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û berjwendiya gel di ser her tiştî re bigirin.

He  rwiha daxuyaniya serokeşîr û rûspiyên eşîrên Dêrazorê,  ji aliyê serokeşîrê Enayze, Mihemed El-Sistanî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek rûspî, rewşenbîr û karkerên Dêrazorê, hebûna hêzên biyanî, di serî de artêşa Tirk a dagirker, Rûsya û milîsên Îranê şermezar dikin û hemû cureyên gefan ên li dijî gelê me yê berxwedêr red dikin. Em guh nadin çapemeniya dijmin a derwîn.”

Di daxuyaniyê de bang li koalîsyon û civaka navneteweyî hate kirin ku sînorekê ji sûcên li dijî gelê Sûriyê re deynin, her wiha ku xwedî li berpirsiyariya xwe ya mirovahî û exlaqî derkevin û hemû hêzên dagirker ji Sûriyê derxin. Her wiha hate gotin: “Sûriyê dê bibe yek welat, yek gel û yek xak bi hemû pêkhateyên xwe.”

Serokeşîr û rûspiyên eşîrên Dêrazorê rola qehremanî ya QSD’ê silav kirin û teqez kirin ku divê ew bibe beşeke sereke di çareseriya krîza Sûriyê de; “QSD’ê ewlehî li herêmê peyda kir û ji bo pêkanîna aşitî û aramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qurbanî dan, ji ber wê jî divê ew bibe beşeke sereke di çareseriya kirîza Sûriyê de. Em li dijî êrişên dagirkeriya Tirk in a ku dixwaze împratoriya kujer a Osmanî vejîne.”

Di dxuyaniyê wiha hate domandin: “Em razî nabin ku ev dagirkirin ji nû ve were û em daxwaz dikin biryara navneteweyî ya 2254 pêk were û rê li ber komên çekdar yên ku dixwazin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têkevin xaka Sûriyê, were girtin û ji bo herêm ji şerekî dijwar û giran were parastin. Yên ku aşitî û aramiyê pêk tînin û hemû aliyan digihînin hev, em bi wan re ne.”

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê bang li sûriyan kir ku azadî û demokrasiyê li Sûriyê pêk bînin û wiha dawî li daxuyaniyê anîn: “Em bang li her kesekî birûmet û welatparêz dikin ku yekitiyekê ava bikin û nakokiyan li ser bingeha berjewendiyên kesayetî deynin aliyekî û berjewendiya gel bikin asta herî pêş da ku ewlehî, azadî û demokrasiyê li Sûriyê misoger bibin.”

ANHA