‛Tu ferq di navbera PDK’ê û dagirkeriya Tirk de tune ye’

Şêniyên Dirbêsiyê û Helebê îxaneta PDK’ê û ENKS’ê ji gelê Kurd û doza kurdî re şermezar kir û got, "Dê bandorên wê li ser doza kurdî û civaka Kurdistanê re bi talûka bin."

‛Tu ferq di navbera PDK’ê û dagirkeriya Tirk de tune ye’
6 hezîran, 2022   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Encumena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê didomîne, da ku xaka Kurdistanê dagir bike. Lê gelek caran civaka Kurdistanê, PDK hişyar kir ku ji planên dewleta Tirk a dagirker dûr keve.

Beriya çend kêliyan HPG’ê di daxuyaniya xwe de hişyarî da û diyar kir ku PDK’ê xwe amade dike tev li ‛şerê dîrokî’ yê di navbera gelê Kurd û dagirkeriya Tirk de bibe. HPG`ê her wiha bang li hêzên Kurdistanî kir ku bi erk û berpirsiyarên xwe rabin ku pêşî li vê êrişê bigirin.

DIRBÊSIYÊ

Welatiya bi navê Cîhan Derwîş li ser mijarê wiha got: "Gerîla keç û xortên gelê Kurd in, bi salan şer dikin û heta vê kêliyê li herêmên Parastinê yên Medyayê de di çiya û şikeftên Kurdistanê de ne, da ku parastina doza kurdî, dozên gelên Kurdistanê bikin."

Cîhan Derwîş da zanîn ku PDK di îxanet û beşdariya wê di êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de li kêleka artêşa Tirk a dagirker berjewendiyên xwe yên partiyetê û eşîrtî yên teng di ser berjewendiya gelê Kurd re digire û wiha domand: "Divê li xwe vegerin û nekevin xefka planên dagirkeriya Tirk ên bi armanca têkbirina hebûna kurdan."

Cîhan Derwîş piştrast kir ku ew di berxwedana li hember dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê de berdewam in û li hember êrişên qirkirinê destekê didin HPG’ê.

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Mehmûd Sîno destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk di hedefgirtina Herêmên Parastinê yên Medyayê de hîna pişta xwe dide PDK’ê û ew jî ji îxaneta xwe venagere û wiha got: "Bi vegera li dîrokê em ê bibînin ku dijmin di têkbirina Kurdan de pişta xwe daye xayinan. Îro jî PDK’ê bi kar tîne."

DÊ ENCAMÊN ÎXANETÊ LI SER DOZA KURDÎ BI TALÛKE BIN

Sîno da zanîn ku berdewama îxanetê dê bi xwe re bandorên bi talûka li ser doza kurdî û civaka Kurdistanê bi giştî bîne, ji ber ku dê rê bide dagirkeran ku qada dagirkeriya xwe berfireh bikin, her wiha pêşî li şerekî navxweyî vedike.

Sîno eşkere kir ku hêza yekane ku ji bo parastina doza kurdî, mafên Kurdan û destkeftiyên wan şer dike HPG ye û got: “Ne ji fedekariyên wan bûya bala cîhanê nediçû ser doza kurdî.”

Zehre Hisên jî bang li gelên Kurdistanê kir ku têkoşînê bilind bikin, li hember îxanetan serî hildin û destekê bidin hêzên HPG’ê.  Li kêlek êrişên li ser çiyayên Kurdistanê, dagirkeriya Tirk êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin ku projeya demokratîk têk bibe.

HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî siyasetên PDK`ê û ENKS’ê yên destekdayîna dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

Li ser vê yekê Elî Şêx ê ji taxa Şêxmeqsûd destnîşan kir ku xayîn bi dewleta Tirk a dagirker re tevkar in û destekê ji bo pêkanîna projeyên dagirkeriyê û qirkirina gelan bi taybet gelê Kurd didin. Êdî PDK’ê bûye deriyê pêkanîna projeyên dagirkeriyê.

Şêx behsa piştgiriya ENKS’ê ji dewleta Tirk a dagirker re kir û ev tişt got: "ENKS ku parastina kurdan îdia dike, dagirkeriya Tirk ku Kurdan qetil dike, koçber dike û direvîne, rewa dike."

 xwe digel sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê destekê dide siyasetên dagirkeriyê di qirkirina Kurdan de.

Şêx di berdewama gotina xwe de ev tişt anî ziman: "Gelê Kurd êdî zana û hişyar e, têkoşer û xayînan ji hev derdixe."

Elî Elî yê ji taxa Eşrefiyê jî got dagirkeriya Tirk Efrîn dagir kir û şêniyên wê koçber kir, ENKS jî bang li şêniyan dike vegerin warên xwe û di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de bijîn.

Elî diyar kir ku îro PDK’ê di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê de tevkar e û got: "Tu ferq di navbera PDK’ê û dagirkeriya Tirk de tune ye."

Li aliyekî din jî Xelîl Xemgîn ê ji taxa Eşrefiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zap, Metîna û Avaşîn û îxaneta PDK’ê şermezar kirin û wiha anî ziman: "Karê xayînan ji her kesî ve eşkere ye, PDK’ê li ser fikir û metoda dewleta Tirk a Osmanî dimeşe."

BERXWEDANA GERÎLA DÎROKÎ YE

Xemgîn di dawiyê de got dewleta Tirk a dagirker bi cilên PDK’ê êrişî gerîla dike, ku hêzên gerîla ku berxwedana dîrokî dimeşînin. Lê dê gerîla li hember xayîn û dagirkeriyê bi ser kevin."

(fr)

ANHA