Serpêhatiye girtiyekî girtîgeha Seydnaya: Em bê rûmet hiştin

"Yê derbas dibe winda ye û yê derdikeve mîna nû ji dayik bûye” ev hevok di bîra girtiyekî girtîgeha Seydnayayê de zindî ye. Ew bi bîr dixe ku li deriyê sereke yê ketina girtîgeha herî xirab li Sûriyê ev hevok hatiye nivisîn. 

Serpêhatiye girtiyekî girtîgeha Seydnaya: Em bê rûmet hiştin
6 hezîran, 2022   09:13
HELEB – XEYS ŞEMSEDÎN

Li gorî efûya ku Beşar Esed derxistiye, gelek girtî serbest hatin berdan. Bi wan re çîrokên îşkenceyê yên li girtîgeha Seydnaya tê kirin, eşkere bûn. Li rex vê girtîgehê girtîgehên mîna Tedmur, Şaxê Filistînê ji girtîgehên herî xirab ên Sûriyê ne.

Di nav van çîrokan de çîroka Enes Remazan heye ji ber heqaret li serokê dewleta Sûriyê Beşar Esed û prestîja dewletê têk biriye hat girtin. Lê piştî 3 salan û 3 mehan û 16 rojan serbest hate berdan lê bi şîzofrenê ketiye. 

SELEXANEYA MIROVÎ

Girtîgeha Seydnaya ya leşkerî yek ji xetertirîn girtîgehên li Sûriyê ye û yên herî asê ye. Di girtîgehê de sûc û binpêkirinên herî qirêj û îşkence, danûstandina xirab, kuştina komî bi taybet piştî aloziya Sûriyê li dijî girtiyan tên kirin. Heta ku gihaştiye astekê ku navê selexaneya mirovî lê hatiye kirin. Ew cihê herî dawî yê girtiyan e li wir winda dibin û çarenûsa wan nayê zanîn nemaze yên girtiyên dijberên hikumeta Şamê.

Hikumeta Şamê bi serkêşiya Partiya Baas di sala 1987`an de ev girtîgeh ava kir da ku bingehên desthilatdariya xwe bi rêya tirsandina muxalifan, xurttir bike.

Girtîgeha Seydnaya nêzî dêra Seydnaya ya dîrokî ye. Nêzî 30 km dikeve bakurê paytexta Sûriyê Şamê ye, girêdayî wezareta parastinê ya Sûriyê ye, her wiha ji aiyê polîsên leşkerî ve tê birêvebirin.

Di girtîgehê de tişta herî zêde bala mirov dikşîne lêkirina wê ye ku xwestine pê zêde asê bikin da ku tu îsyan di hundirê wê de çênebe. Girtîgeh ji du avahiyan pêk tê. Ya yekemîn ku ya herî kevnare navê "Girtîgha Sor" lê tê kirin. Ew jî ya herî xirab û zehmet e. Piraniiya girtiyên têde siyasetmedar û sivîlên bi tawana destekdayîna ji terorê re ne. Ji 3 qatan mîna şeklê markeya Mercedes e. Avahiya duyemîn jî paşê hate avakirin. Navê "Girtîgeha Spî" lê tê kirin. Ew jî ji 4 qatan pêk tê û mîna tîpa L ye. Ew jî ji bo leşkerên ku qanûnên leşkerî binpê kirine.

Enes Remedan hin tiştên ku di girtîgehê de dîtin wiha parve dike: "Li gorî girtiyên berê, hin guhertin di hundirê girtîgehê de hate çêkirin. Ew jî piştî îsyana girtiyên îslamî ya sala 2008`an bû. Hikumetê hesin xistin dîwaran û xurt kir. Hemû hucre bi tomatîkên ku bi avahiya rêveberiyê ve girêdayî ne da ku dema îsyan di girtîgehê de çêbibe hemû girtiyan kehrebe bike. Ez şahîdê hebûna jêrzemînan im ku girêdayî girtîgehê û 3 qat in. Girtiyên xeter dadixin wan jêrzemînan."

TRÊN

Enes Remezan nexwest navê xwe yê rast, temenê xwe yan jî tu agahiyên girêdayî wê bêje. Ji ber piştî hatiye berdan li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de dijî. Enes Remedan destnîşan kir ku naxwaze kabûsa di girtîgehê de jiya, dûbare bibe.

Her wiha diyar kir ku ew hate girtin bêyî ku derkeve pêşberî dadgehê, ji ber raporek der barê wî de hatibû nivîsandin û bi tawana teşhîrkirina serokê hikumeta Şamê Beşar Esed û têkbirina heybeta dewletê û terorê hate girtin.

Têkildarî pêşwazîkirina ku li hêviya wî û praniya girtiyên vê girîgehê bû Enes Remedan wiha anî ziman: "Tenê dema ku ew rewş tê bîra min, ditirsim. Bi trênekê em pêşwazî kirin. Ew jî rêbaza heqaret û îşkenceyê ye. Destê girtiyan bi zincîran bi hev ve tê girdan û wan di korîdorên dirêj re derbas dikin û li her du aliyan endam hene ku bi qamçiyan li wan dixin."

Remedan destnîşan kir ku ev girtîgeh bi cureyên îşkenceyê tê naskirin û da zanîn ku "Siwawîl" ji bîra wî naçe ku ew jî cureyeke îşkenceyê ye; girtî 40 rojan dikin girîgeheke yekkesî, rûbera wê yek mître ye. Di wê girtîgehê de  ne ronî ne jî korîdora hewayê heye, tenê carekê nanê hefnikî didin wan.

Remedan her wiha got: "Ev rêbazê îşkenceyê e ji bo kesên ku bi erebî naxivin " Kurd, Tirkmen û Suryan" ji bo kesên li dijî îşkenceyê derdikevin jî tê bikaranîn. Bi wê îşkenceyê dixwazin nasnameyên ne erebî li Sûriyê binpê bikin, li ser esasê nijadperestî û zimanperestî tê kirin. Hikûmeta Şamê pirengiya gelên Sûriyê dikir hedef.''

HUCREYA 16

Enes Remedan di nava axaftinên xwe de diyar kir ku ew li hucreya 16'an şahidê qetilkirina gelek zarokan bû û da zanîn piraniya wan zarokan ji destpêka aloziya Sûriyê ve hatin girtin, mîna zarokên ji Deraayê yên ku li ser dîwaran nivîs xêz kiribûn.

Enes Remendan got: "Dengê îşkenceyê bubû tiştekî normal, rojane me ew deng dibihîst, li dijî me şerekî piskolojîk didan meşandin. Lê ew roj cuda bû, piştî dengê îşkenceyê me dengê guleyan bihîst, her kes tirsiya. Wê demê me nas kir ku zarokan dikujin. Ew ne cara yekem bû, lê ew kiryara herî hov bû ku li hucreya 16'an dihat kirin ku piraniya girtiyên wê zarok bûn."

CUREYÊN ÎŞKENCEYÊ RÛMETA MIROVATIYÊ BINPÊ DIKIR

Der barê tirsa ku Enes Remedan dijiya jî de got:"Rûmeta me bin pê dikirin. Yek ji cureyên îşkenceyê wiha bû, her du destên girtî girêdidan, da nikaribe xwe bilivîne. Serî li jor bû û bedena mirov weke ku dareke dihat tewandin. Lingên girtî digihişt serê wî, pir êş dikişandin, girtî nema dikarîbû xwe bilivîne. Bedena girtiyan, serê wan û lingên wan dixistin tekerên erebeyan, ji wê îşkenceyê re digotin dûlab, piştre dest bi lêdanê dikirin.''

Der barê şêwazî herî xirab ê îşkenceyê de Remedan anî ziman ku girtî bi kursiyeke hesin ve girêdidan û ew kontak dikirin, keblên kehrebeyê li xihên hestyar weke organê cinsî, dev, qirik, sîng, dest û lingan girêdidan.

JI QADÊ HETA GORISTANÊ

Enes Remedan diyar kir ku derketina li qada girtîgehê ji bo nefeskişandinê li girtîgeha Seydnayayê li wan hatibû qedexekirin. Da ku agahiyên der barê komkujî û îşkenceya hov de neyên belavkirin.

Her wiha da zanîn ku li qada girtîgehê gelek cenaze bi awayên yekkesî û komî dihatin veşartin, cihê bêhinvedanê bibû goristan ku bêhina miriyan jê dihat.

30 HEZAR DOLAR FIDYE

Remedan diyar kir ku malbata wî hewl da, wî bi pereyan rizgar bikin, serdozger ji bo serbestberdana wî daxwaza 30 hezar dolarî li malbatê kir, lê ew yek ji malbatê re giran bû.

Enes Remedan da zanîn ku ew dema mana li girtîgeha Seydnayê rastî nexweşiyên pîskolojîk û bedenî bû, heta niha jî êşa wan nexweşiyan dikşîne û got: "Yê dît ne wekî yê bihîst."

(bx-şt)

ANHA