Li Bexdayê 14 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Îstixbarata Iraqê îro ragihand ku 14 çeteyên DAIŞ`ê girtine, ji wan 3 serçeteyên li Bexdayê bi operasyonên cuda hatine girtin.

Li Bexdayê 14 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
6 hezîran, 2022   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya Iraqê dewam dike, li gorî medya Iraqê di encama lêkolînên Wezareta Navxwe û Saziya Îstîxbaratê de, li Bexda û derdora wê 14 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Tê gotin hemû çete jî di seytereyan di encama kemînên hêzên îstîxbaratê de hatine girtin.

Hate diyarkirin ku di nava DAIŞ’ên hatine binçavkirin serkirdeyên diyar yên DAIŞ’ê ên weke; Ebu Sefane, Ebu Umer û Ebu Meseb hene.

Duh bi şev jî Saziya Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê ragihand ku li Silêmaniyê 6 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin ku dixwestin çalakiyên xwekujî li Bexdayê pêkbînin.