Gundewarê Eyn Îsayê tê tobparankirin: 3 welatî birîndar bûn- HATE NÛKIRIN

Gundê Ebû Neytûnê yê rojavayê navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran tê topbarankirin. Di encamê de 3 welatî birîndar bûn.

Gundewarê Eyn Îsayê tê tobparankirin: 3 welatî birîndar bûn- HATE NÛKIRIN
5 hezîran, 2022   18:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ebû Neytûnê yê dikeve rojavayê Eyn Îsayê  dane ber topan. Di encamê de 3 welatî birîndar bûne. Birîndar rakirin nexweşxaneya navçeya Çelebiyê.

Navên birîndaran wiha ne: Ebdulezîz El-Yûsif, Salih El-Taha, Basil El-Ûbeyd.

Topbaran bi dijwarî didome.

(şx)

ANHA