Gundê Dêrjimêl û navçeya Til Rifetê bûye hedefa topbarana dewleta Tirk a dagirker

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarana xwe firehtir kir, gundê Dêrjimêl û navçeya Til Rifet a herêma Şehbayê topbaran dikin.

Gundê Dêrjimêl û navçeya Til Rifetê bûye hedefa topbarana dewleta Tirk a dagirker
5 hezîran, 2022   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçegihanê me li herêmê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dêrjimêl û navçeya Til Rifet a herêma Şehbayê topbaran dikin.

Heta niha nêzî 10 obîs li derdora gund û navçeyê ketine.

Nûçegihanê me ragihand ku topbaran hîna berdewam e.

(şx)

ANHA