Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir

Bi diruşma "Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan werin cenga azadiyê" Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye û Yekitiya Jinên Ciwan komxebatek li ser sedemên girtina rêber Ocalan û rola ciwanan di bersivdayîna komployan li Tebqayê de li dar xist.

Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir
Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir
Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir
Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir
Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir
Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir
5 hezîran, 2022   17:49
TEBQA

Komxebat li Hola Aborî ya bajarê Reqayê bi beşdarbûna ciwanên şoreşger ên ji Reqa, Tebqa, Minbic hate lidarxistin.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya şaxê Minbcê Ehmed Cemîlî axivî, qala armancên lidarxistina komxebatê û girîngiya ku ciwan rola xwe di vê pêvajoyê de pêk bînin, kir.

Piştre endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen projeya neteweya demokratîk a rêber Ocalan û rastiy jiyana rêbertî şîrove kir.

 Her wiha behsa berxwedana gerîlayan û ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk kir û got, divê pêkhateyên herêmê li hemberî planên mêtîngeriyê yên Tirkiyê bibin yek û dagirkeran ji xaka xwe derxînin.

Hesen îşaret pê kir ku yekitiya gelan û têkoşîna hevpar misogeriya pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan in.

 Di dawiyê de Cahid Hesen gotina rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist ku dibêje: "Kî bixwaze bibe şoreşgerek rast, divê di dîrokê de bi awayekî kûr lêkolîn bike. Ev rastî yek ji taybetmendiyên têkoşerê şoreşgerî ye da ku cîhanê zêdetir nas bike."

Piştî wê hin bend hatin nîqaşkirin ji wan:

1-Sedemên komploya navneteweyî ku li dijî rêbertî û projeya neteweya demokratîk hate kirin.

2-Rola ciwanan di sekna li hember komploya li ser herêman û serbestberdana rêbertî de çi ye.

Beşdaran hin nêrîn pêşkêş kir. Teqez kirin ku rola ciwanan di pêvajoya herêmê de sereke ye, ciwan bingeha sereke ya her projeyeke demokratîk li Rojhilata Navîn e û divê têkoşînê bilind bikin da ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin.

Di dawiyê de daxuyanî ji aliyê endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed Cemîlî ve hate xwendin û tê de encamên komxebatê hatin eşkerekirin ku; “Divê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bingeha hemû xebatên Tevgera Ciwanên Şoreşger be, fikrên rêber Ocalan bi awayekî zêdetir bi rêya semîner û civînên ji gel re were belavkirin, belavok têkildarî rastiya rêbertî li hemû herêmên rizgarkirî werin belavkirin, dewreyên fikrî û leşkerî yên girtî û vekirî were zêdekirin da ku hejmareke mezintir a ciwanan werin perwerdekirin, baweriya bi azadiya jinê bingeha fikrên rêbertî û pêkanîna wê li ser rûyê erdê ye û vekirina kampên di havînê de da ku rêber Abdullah Ocalan, projeya neteweya demokratîk û stratejiya şoreşê were danesîn.”

(bx)

ANHA