‘Kalepîrên me jî dê li hember dewleta Tirk çekê rakin‘

Malbatên şehîdan ên Kurd û Ereb ên bajarê Minbicê teqez kir ku wê li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin, ku dixwazin aramî û ewlehiya herêmên ku bi saya zarokên wê jinûve ji terora DAIŞ`ê hatine rizgarkirin xira bikin.

‘Kalepîrên me jî dê li hember dewleta Tirk çekê rakin‘
5 hezîran, 2022   06:03
MINBIC - EHMED QERACE

Beriya çend rojan serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefa dagirkirina Minbic û Til Rifetê xwar. Dewleta Tirk a dagirker tu girîngî neda hebûna DAIŞ'ê ku bi salan li bajarê  Minbicê man û piştî ku di 15`ê Tebaxa 2016`an de bi saya gelê wê ji DAIŞ`ê hate rizgarkirin, gefên dagirkirinê dixwe.

Şêniyên herêmê ku bi salan li hêviya azadiyê man û piştî ku azadî bi dest xist, wê ti carî nikarin di bin desthilatiya dewleta Tirk de ku ji DAIŞ'ê ne cudatir e bijîn û destnîşan kirin ku ew ê li hember çi êrişa dewleta Tirk li ser herêmê, bisekinin.

Kenan Şêx Ehmed ku bavê şehîd Ehmed Şêx Ehmed e ku ji pêkhateya Ereb e û di pêngava rizgarkirina Minbicê di 2016'an de şehîd bûye, got: "Ji bo rizgarkirina herêmê ji terorê me şehîd dan. Bi hevgirtina hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Çerkes, Tirkmen dê serî li hemberî gefên li ser herêmên ku bi saya xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, netewînin."

Kenan Şêx Ehmed wiha domand: "Em bi aramî, ewlehî û jiyana hevbeş bi hemû pêkhateyan re, dijîn. Em ê parastina aramî û ewlehiya xwe bikin û derfetê dê nedin tu teroran ku aramî û ewlehiya me xira bike. Şehîdên me namirin û em amad ne ku zêdetir berdêlan bidin."

Her wiha dayika şehîd Mehmûd El-Elî ku di 2015`an de di şerê li dijî DAIŞ`ê Ii bajarê Kobanê şehîd bû, Sedîqa Walo ku ji pêkhateya Kurd e wiha axivî: "Em ji gefên dewleta Tirk natirsin. Ciwanin me amade ne ku canê xwe ji bo herêmên xwe feda bikin."

Sedîqa Walo bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Heger dewleta Tirk gavekê dagirkirinê ber bi van herêman ve biavêje, dê kalepîrên me jî çekê li hember wê rakirine. Ev herêm bi saya xwîna şehîdan wan hatine rizgarkirin. Emê dê tu carî berdêlên ku ji bo rizgarkirina herêmê hatine dayîn, ji bîr nekin. Emê şopdarên rêya wan bin û li hember çi êriş û gefên li ser xaka me, bisekinin."

ANHA