Rêveberiya jîngehê ya Firatê banga parastina paqijiya jîngehê kir

Rêvberiya Jîngehê ya herêma Firatê bang kir ku kedên zêde ji bo pêkanîna jîngeheke paqij û xwezayeke bedew bidin.

Rêveberiya jîngehê ya Firatê banga parastina paqijiya jîngehê kir
5 hezîran, 2022   09:59
KOBANÊ

Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanî Rêveberiya Jîngehê ya herêma Firatê daxuyaniyek da, tê de bi dehan endamên rêveberiyê û Şitilgeha Miştenûr li Kobanê amade bûn. Endama komîteya Karûbarên Civakî ya di Rêvberiya jîngehê de Dilîvan Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de Roja Jîngehê ya Cîhanî li hemûyan hate pîrozkirin û wiha tê de hate gotin: "Tenê xakek li vê gerdûnê heye ku em li ser bijîn û divê hemû têkiliyên xwe bi xwezayê re xurt bikin, da ku parastina xweza û jîngeheke paqij bikin."

Di daxuyaniyê de soz hat dayîn ku li gorî rêgezên ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirin dê hawîrdoreke paqij pêk bînin. Her wiha rêber Abdullah Ocalan teqez kir ku pêwîst e jîngeh bê parastin û têkiliyên navbera mirov û xwezayê xurt bikin.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî şêniyan hat kirin ku parastina daran û baxçeyan bikin û xerab nekin û bang li tevahî rêxistin û saziyên cîhanî û herêmî hat kirin ku destekdayîna Rêvberiya Jîngehê bikin da ku hewîrdoreke paqij û xwezayek bedew ava bikin

Roja Jîngehê ya Cîhanî ya sala 2022'yan yek ji mezintirîn  rojên navnetewyî ya pîrozkirina jîngehê ye. NY’yê ji 1973’yan ve vê rojê pîroz dike.

(dm)

ANHA