​​​​​​​Panorama hefteyê: Komîteyeke iraqî ji bo şopandina êrişên dewleta Tirk

Komîteya ewlehî û parastinê ya Parlementera Iraqê behsa avakirina komîteyekê li Iraqê têkildarî êrişên dewleta Tirk li ser herêmê kir. Li gorî çavdêran rewşa giştî ya  Lîbyayê vegeriya çargoşeya parçebûnê li ser esasê siyasî û qanûnî. Ev jî di nava hebûna du hikumetên dijber li ser rêvebirina rewşên welat de, hate kirin.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Komîteyeke iraqî ji bo şopandina êrişên dewleta Tirk
5 hezîran, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê hefteyê behsa avakirina komîteyekê têkildarî êrişên dewleta Tirk li ser herêmê, rewşa Lîbyayê û hişyariyên ji felcbûna siyasî li Lubnanê, kir.

IRAQ: KOMÎTEYA EWLEHIYÊ YA PARLEMENTOYÊ LI DIJÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ZÊDE DIBE

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Lijneya Asayîş û Parastinê ya parlamantoya Iraqê têkildarî destdirêjiyên hêzên Tirk li dijî bajar û herêmên sînorî li hundir xaka Iraqê komîteyek ava kir.

Endamê komîteyê, parlamanter Hisên El-Amirî roja Çarşemê gotibû: “Lijneya Asayîş û Parastinê ya parlamantoyê destdirêjiyên domdar ên hêzên Tirkiyê li dijî gund, bajar û herêmên sînorî yên li xaka Iraqê ku di encamê de zirarên canî û madî çêbûn, nîqaş kir.”

El-Amirî daxuyand ku komîte ji bo şopandina rastiyan hatiye avakirin û demeke nêz dê biçe herêmên ku êrişên dewleta Tirk lê çêbûne û raporekê amade bike û pêşkêşî parlamantoyê bike.”

LI LÎBYAYÊ PARÇEBÛNA SIYASÎ BERDEWAM E

Girêdayî parçebûna siyasî li Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Gelek geşedanên nû li Lîbyayê rû dan, bang li hikumeta Fethî Başaxa hat kirin ku xebatên xwe li şûna Terablusê, ji Sertê dest pê bike. Gelek kes dibêjin ku welat vegeriyaye rewşa parçebûnê. Hinek din jî xwe dispêrin çareseriyeke siyasî ku saziyên dewletên dike yeke û rê li pêşiya lidarxistina hilbijartinan vedike. ”

Serokê Meclisa Parlamenteran a Lîbyayê Eqîle Salih duh bang li hikumeta Lîbyayê kir ku kar û xebatên xwe li şûna Terablusê, li Sirt bike. Serokê hikumeta erkdarkirî Fethî Başaxa jî got ew pabendî destpêkirina kar û xebatan e beyî bikaranîna tundiyê. Salih di civînên saziyên serdestiyê de li Sert got: “Em bang li hikumeta Lîbyayê dikin ku kar û xebatên xwe ji Sirt dest pê bike, budçeyê ji meclisê re di çend rojên bê de pêşkêş bike. Ez careke din bang li serdozgerê giştî û saziyên çavdêriyê dikin ku erkên xwe bînin cih û îstiqrarê ferz bikin.”

Salih destnîşan kir ku banka navendî divê ji aliyê meclisa rêveber û li gorî qanûnan were birêvebirin û mafê walî nîne ku yekalî biryarê bide. Her wiha banga tunekirina biryarê kir.

Başaxa diyar kir ku tevahiya Lîbya paytext e û cudahî di navbera bajarekî û bajarekî din tune ye. Ji ber wê jî hikûmet dê ji bajarê Sirtê dest bi karê xwe bike û teqez kir ku hikûmeta Lîbya pabend e ku karê xwe pêk bîne bêyî ku tundiyê li dijî dijberekî bikar bîne. Her wiha got hemû rengên aliyên siyasî di vê hikûmetê de beşdar dibin û dê hikûmetek ji bo hemû gelê Lîbyayê be.

Serokê hikumetê ku ji aliyê parlementoyê ve hatiye erdkarkirin eşkere kir ku di pêşnûmeya bûdçeyê de di xerckirinê de mentiqî hat kirin, bûdçeya rêveberiyê hat kêmkirin û ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê deriyê awarte hat rakirin û diyar kir ku mayîna dewletê bi salane ku bêyî budçeyek pesendkirî derî li pêşiya gendeliyê vekir.

Tê payîn ku meclisa parlementoyan bûdçeya 2022`an nîqaş bike ku hikumeta ku ji aliyê wê hatiye avakirin pêşkêş kir. Ew jî di civîna ku di rojên pêşde dê li Sirtê were lidarxistin, dê were nîqaşkirin.

Li gorî çavdêran, Lîbya vegeriye rewşa parçebûnê, lê fikar tune ne ku ev parçebûn bibe sedema şerekî navxweyî. Her wiha destnîşan kirin ku heke du hikumetên hevrik hebin dê derfetên dewletê di navbera wan de bê parçekirin. Dê rêveberiyên nakok, kar û xebatên xwe bimeşînin heta ku çareseriyeke siyasî li ser bingeha yekkirina saziyan û pêkanîna berjewendiya giştî û piştre lidarxistina hilbijartinan, pêk were.”

 ‘LUBNAN: HIŞYARIYÊN LI SER TÊKÇÛNA REWŞA SIYASÎ Û CIVAKÎ’

Rojnameya El-Itîhad a Îmaratê jî behsa rewşa Lubnanê kir, di wê derbarê de wiha nivîsî: “Hin kesayetên Lubnanê li ser têkçûna rewşa siyasî û civakî li Lubnanê hişyarî da. Ew kesayet sedema wê rewşê vedigerînin parçebûna parlamentoyê û nebûna piraniya parlamenterên ku karibin biryaran bidin. Serok Mîşel Ewn jî bang li welatên Ereban kir ku li kêleka welatî wî bisekinin da ku karibe ji vê rewşa trajîk derkeve. ”

Gerînendeyê giştî yê Ewlehiya Lubnanê mîralay Ebas Îbrahîm got ji dema ku di encama hilbijartinan de parlamantoyeke parçebûyî hatiye avakirin, xetereyên têkçûna rewşa siyasî li welêt zêde bûye.

Îbrahîm metirsiya xwe ji ber bêaramiya civakî nîşan da û got: “Em ji ber bêaramiya civakî ji bêramiya siyasî li welatê ku di nava xirabtirîn aloziyên diravî li cîhanê de dijî, bêhtir bi tirsin. ”

Îbrahîm ji kovana ewlehiya giştî re ku ji aliyê gerîndeya giştî ya ewlehiya giştî ya Lubnanê re, axivî.

Îbrahîm destnîşan kir ku ev encamên hilbijartinan e ku dibe karesatekê bi xwe re bîne, ji ber kombûnên siyasî mezin bi mezinbûna valatiya di navbera wan de û di dozên cûda de hene û pranî ji bo derxistina qanûnan tune ne.

Şîrovekar jî dibînin ku parçebûna di parlamentoyê de, îhtimala têkçûna rewşa siyasî û nakokiyên di navbera aliyên hevrik ên Lubnanê de zêdetir dike. Di demekê de ku pêwîstiya welat bi biryarên hikumetên ji bo çareserkirina krîza aborî heye.”