​​​​​​​Rêxistinên jinan ên li Girkê Legê li dijî êrişan banga yekitiyê kir

Rêxistinên Jinan ên navçeya Girkê Legê bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

​​​​​​​Rêxistinên jinan ên li Girkê Legê li dijî êrişan banga yekitiyê kir
4 hezîran, 2022   09:46
QAMIŞLO

Bi dehan jin vê sibê li pêşiya Mala Jinan a Navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji 17`ê Nîsana derbasbûyî ve li herêmên Zap û Metînayê li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK`ê, berxwedaneke dîrokî dimeşînin.

Rêxistinên jinan di daxuyaniyê de tecrîda dewleta Tirk a dagirker li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, şermezar kir. Di berdewama daxuyaniyê de jî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê hatin şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de jinan diyar ku li dijî planên dewleta Tirk a dagirker çi li ser asta leşkerî be yan jî siyasî û dîplomatîk be, ew ê li ber xwe bidin û bang li jinan kir ku li dijî van êrişan yekitiya xwe ava bikin.

(eh)