​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: Artêşa Tirk li gundê Um Kêf bombeyên mîsketê bi kar anîn

Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Til Temir da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker gundê Um Kêf ê navçeya Til Temir bi bombeyên mîsketê (enqûdî) yên qedexekirî, bombebaran kir.

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: Artêşa Tirk li gundê Um Kêf bombeyên mîsketê bi kar anîn
4 hezîran, 2022   09:44
HESEKÊ

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ehmed Keleş diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker gundê Um Kêf bi bombeyên mîsketê bombebaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saet 04.00`an ve gundê Um Kêf ê li rojavayê Til Temirê topbaran dikin.

Fermandar Ehmed Keleş anî ziman ku zêdetirî 150 topên hewanê li derdora Til Temirê ketine, bi taybet li gundê Um Kêf û wiha dewam kir: "Ji saet 4`ê sibê û heta saet 9 û nîvan bê navber artêşa Tirk bombeyên mîsketê yên di qada navneteweyî qedexe ne, avêtin û di encamê de 6 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn û kehrebê qut bû."

Fermandar da zanîn ku hêzên Rûsyayê piştî ziyan qewimîn, destwerdan kir.

Ehmed Keleş da zanîn ku li dijî êrişên muhtemel ew amade ne bersivê bibin û bang li hêzên garantor (Rûsya û Amerîka) kir ku sînorekî ji dewleta Tirk a dagirker re deynin, ji ber ku welatiyan dike armanc.

Ehmed Keleş wiha axaftina xwe dewam kir: "Di dirêjahiya şerê 2 salan de dewleta Tirk a dagirker xwest vîna hêzên leşkerî QSD`ê û meclisên wê yên leşkerî bişikîne, lê nekarî, îro jî gel armanc dike. Dîsa jî gelê me li kêleka me li ber xwe dide, ji ber ku ev hêz ji ewladên wan pêk hatiye û heta dawiya soza berxwedanê dide."

Artêşa Tirk a dagirker Îlona 2021`an jî bi bombeyên mîsketê gundewarên rojavayê navçeya Eyn Îsa topbaran kirin û encamê de welatiyê bi navê Ehmed Fecir Şedhan birîndar bûbû.

Artêşa Tirk Cotmeha 2019`an jî li dijî bajarê Serêkaniyê çekên qedexekirî ne bi kar anîbûn.

Bikaranîna bombeyên mîsketê sûcekî şer e û peymana navneteweyî ya têkildarî cebilxaneyan banga qedexeya bikaranîna wê dike.

(eh)

ANHA