​​​​​​​Rêxistina Mafên Mirovan banga parastina zarokan ji sûcên dewleta Tirk kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê banga parastina zarokan ji sûcên artêşa Tirk a dagirker kir, her wiha destnîşan kir ku ji ber civata navneteweyî li ser pêkanîna sûcan hesab ji dewleta Tirk naxwaze, sûcên li dijî zarokan zêdetir bûn.

​​​​​​​Rêxistina Mafên Mirovan banga parastina zarokan ji sûcên dewleta Tirk kir
4 hezîran, 2022   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan zarokên şehîdan, endamên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê li pêşiya avahiya Komseriya NY`yê ya li Qamişloyê kom bûn û bi boneya 4’ê Hezîranê Roja Qurbaniyên Şer a Cîhanê daxuyaniyek da.

Beşdaran pankartên bi nivîsên cuda rakirin û endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma daxuyanî bi zimanê erebî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî zarokan hate kirin û hate gotin: "Her sal asta sûcan zêdetir dibe û bi vê yekê re qanûnên navneteweyî binpê dikin. Zarokên Sûriyê di van şeran de bûne qurbanî û hevgirtina civakî jî hatiye derbekirin."

Hate diyarkirin ku li ser asta sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ku jiyana bi sed hezaran zarok xistiye xetereyê, gelek sûc li dijî zarokan pêk hatine, bi taybet bi berdewamkirina nakokiyên siyasî û binketina kar û xebata civata navneteweyî ya têkildarî çareserkirina siyasî.

Di daxuyaniyê de tunebûna hesabxwestina navneteweyî ya ku bûye sedem dewleta Tirk a dagirker sûcên li dijî zarokan zêde bike, hat rexnekirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê ji destpêka êrişên li ser Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên giran li dijî gel pêk anîn. Sedema van sûcan jî ew e ku civata navneteweyî hesab jê naxwaze.

Di daxuyaniyê de ev hişyarî hat kirin: "Îhtîmal e dewleta Tirk li dijî herêmê êrişên nû pêk bîne û hîn zêdetirî sûc pêk werin, gelo çima civata navneteweyî bi awayekî fermî li ser van sûcan hesab naxwaze. Dewleta Tirk hîn jî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişan pêk tîne û gefên dagirkirina herêmên nû dixwe."

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku li hemberî van êrişan bi erka xwe rabe.

(eh, dm)

ANHA