Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Ji duh ve 25 top li gundan ketine

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê eşkere kir ku hin gundên li rojavayê Minbicê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi dehan topan hatin hedefgirtin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Ji duh ve 25 top li gundan ketine
4 hezîran, 2022   08:51
MINBIC

Navendê diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê (Mertalê Firatê) duh seat di 11:00'an de gundê El-Mihsenlî yê bakurê Minbicê bi çekên giran û navîn kir armanc û xetere li ser jiyana sivîlan çêkir.

Navendê wiha dewam kir: “Gundê El-Hemra bi çekên giran û navîn hat topbarankirin, her wiha gundên El-Hoşeriyê û El-Cat ên bakurê rojhilatê Minbicê ji baregehên li gundên Qîratê û El-Toxar ve saet di 01:08`an de hatin topbarankirin.

Wekî encamên destpêkê, 25 top li herêmê ketin. Her wiha topbaranê heta seat 02:30`an nîvê şevê berdewam kir. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê van gundan katober topbaran dikin, di encamê de gelek ziyan digihêjin erdên çandiniyê û malên sivîlan.”

(dm)