Rêjeya karbondîoksîtê ya di atmosferê de gihhaşt asta herî bilind

Zanyaran diyar kir ku di dîroka mirovahiyê de belavbûna karbondîoksîtê gihaşt asta herî bilind, bi wê re dê pileya germahiyê bilindtir bibe û dibe ku di encamê de lehî, hişkesalî û şewatên daristanan zêdetir bibin.

Rêjeya karbondîoksîtê ya di atmosferê de gihhaşt asta herî bilind
4 hezîran, 2022   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Zanyaran destnîşan kir ku miqdara karbondîoksîtê niha di atmosferê de ji sedî 50 ye anku ji ya dawiya sedsala 19`an bilindtir e.

Li gorî rojnameya New York Times, rayedarên Rêveberiya Neteweyî ya Okyanus û Atmosferê ya Amerîkayê da zanîn ku miqdara karbondîoksîtê di atmosferê de ji beriya 4 milyon salan ve, ya herî bilind e.

Stasyonên enerjiyê miqdarên mezin ji karbondîoksîtê berdidin. Bi giştî di 2021`an ve 36.3 milyar ton karbondîoksît hatiye belavkirin ku di dîrokê de ev rêjeya herî bilind e.

Bilindbûna miqdara karbondîoksîtê dibe sedem ku pileya germahiyê bilind bibe û karesatên ekolojîk wekî lehî, hişkesalî û şewatên daristanan rû bidin.

Zêdebûna vê miqdarê nîşaneyeke din a binketina welatên cîhanê di pêkanîna armanca sereke ya Konferansa Avhewayê ya Parîsê ya di 2015`an de ye.

(eh)