​​​​​​​Dagirkeriya Tirk herêma Biradostê da ber topan

Artêşa Tirk a dagirker herêma Biradost ya ser bi Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê ve da ber topan, ji ber topbaranê agir bi herêmê ket.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk herêma Biradostê da ber topan
4 hezîran, 2022   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçegiha Rojnewsê, duh bi şev artêşa Tirk a dagirker ji nav baregehên xwe yên di nava Başûrê Kurdistanê de, herêmên Kayreşk, Kewertê, gundê Sîran û Gelî Derawî yên dikevin ser bi herêma Biradost ya ser bi Hewlêrê, topbaran kirin.

Di dema topbaran dihat kirin de balafirên bê mirov jî li ser herêmê difiriyan.

Gorî agahiyan, di encam topbarana dewleta dagirker de, ziyanek mezin bi bax û baxçeyê xelkê herêmê ketiye û agir bi daristana li herêmê ketiye.