Rojnameyên erebî: Tevgerên navneteweyî ji bo çareserkirina xitimîna siyasî ya li Iraqê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa xitimîna siyasî li Iraqê, rewşa Lîbya û rewşa siyasî ya Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Tevgerên navneteweyî ji bo çareserkirina xitimîna siyasî ya li Iraqê
4 hezîran, 2022   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÇAVÊN IRAQIYAN LI TEVGERÊN NÛNERA NY`YÊ BO ÇARESERKIRINA ALOZIYA SIYASÎ YE’

Rojnameya El-Ereb di kar û barên Iraqê de nivîsî: “Aliyên siyasî yên Iraqê bi guman nêzî tevgerên nûnera taybet a sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya taybet bi Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert yên ji bo çareserkirina aloziya siyasî li Iraqê, dibin. Li gel serhişkiya aliyên hevrik û nedayîna tawîzan, xitimîna siyasî li Iraqê ji beriya nêzî 8 mehan ve didome.

Heman alî destnîşan dikin ku helwesta hin hêzên siyasî û milîsên alîgirên Îranê li hemberî Jeanine Plasschaert, li pêş pêkanîna destkeftiyekê ji aliyê Jeanine ve dibe asteng û derfetên wê yên çareserkirinê lawaz dike. Aliyên di bin sîwana hevbendiya bi navê “Çarçoveya Koordînekirî” de baweriyê bi nûnera navneteweyî naynin, beriya niha jî ew bi destwerdana li hilbijartinên 1`ê Cotmeha borî û sextekirina encamên hilbijartinan, tawanbar kiribû.

Jeanine Hennis-Plasschaert bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih û serokê Hevbendiya Fetih Hadî El-Amirî û hejmareke parlamenterên serbixwe re civiya. Her wiha serdana Herêma Kurdistanê ya bakurê Iraqê kir û bi rayedarên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê re hevdîtin pêk anîbûn.

Aliyên siyasî yên Iraqê bi guman in ku nûnera taybet a sekreterê giştî yê NY`yê ya taybet bi Iraqê, karibe pêşketinekê di çareserkirina aloziya siyasî ya Iraqê de pêk bîne.

Tê behskirin ku nûnera navneteweyî niyet dike bi Çarçoveya Koordînekirî, Hevbendiya Înqaz Weten û parlamenterên serbixwe re civîneke berfireh li dar bixe.”

‘LÎBYA: EL-MEŞRÎ XEBATÊN HIKUMETA ÎSTIQRARÊ RED DIKE’

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî, ronameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Serokê Meclisa Dewletê ya Lîbyayê Xalid El-Meşrî îtiraz pêşkêşî karê hikumeta nû ya 'Îstiqrarê' ya bi serokatiya Fethî Başaxa li bajarê Sertê, kir. Ev yek beriya gera sêyemîn a dan û standinan pêk hat ku tê payîn hefteya pêş li Qahîreyê bi Meclisa Parlamanteran re têkildarî lihevkirina li ser bingeha destûrê ya hilbijartinên taloqkirî, were lidarxistin. Li aliyekî din, serokê hikumeta 'Yekitiya Nîştimanî' di lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê di dema pêş de bi israr e.

El-Meşrî diyar kir ku hikumeta Başaxa ne hevseng e û destnîşan kir ku tu hikumet dê nekarin li derveyî paytext Terablusê kar bike. El-Meşrî da zanîn ku niha li Sertê komeke “Wagner” ên Rûsyayê heye û di bin serweriya fermandarê giştî yê Artêşa Nîştimanî Xelîfe Hefter de ye.

Tê payîn ku komîteya Meclisa Parlamentoyê duşema bê li Sertê ji bo nîqaşkirina navaroka civîna berê ya li Sertê ya bi hikumeta Başaxa û saziyên çavdêriyê re, nîqaş bike. Hemwextî wê, dê komîteya leşkerî ya hevbeş “5+5” ku nûnerên şerê çekdarî li welêt cihê xwe tê de digirin, hefteya bê li Tûnisê bicive û plana derxistina hemû hêzên biyanî ji xaka Lîbyayê nîqaş bike.”

‘LUBNAN: HIŞYARIYÊN LI SER TÊKÇÛNA REWŞA SIYASÎ Û CIVAKÎ’

Rojnameya El-Itîhad a Îmaratê jî behsa rewşa Lubnanê kir, di wê derbarê de wiha nivîsî: “Hin kesayetên Lubnanê li ser têkçûna rewşa siyasî û civakî li Lubnanê hişyarî da. Ew kesayet sedema wê rewşê vedigerînin parçebûna parlamentoyê û nebûna piraniya parlamenterên ku karibin biryaran bidin. Serok Mîşel Ewn jî bang li welatên Ereban kir ku li kêleka welatî wî bisekinin da ku karibe ji vê rewşa trajîk derkeve.

Gerînendeyê giştî yê Ewlehiya Lubnanê mîralay Ebas Îbrahîm got ji dema ku di encama hilbijartinan de parlamantoyeke parçebûyî hatiye avakirin, xetereyên têkçûna rewşa siyasî li welêt zêde bûye.

Îbrahîm her wiha da zanîn ku ew ji wê yekê zêdetir, li ser bêîstiqrariya civakî bi fikar in.

Şîrovekar jî dibînin ku parçebûna di parlamentoyê de, îhtimala têkçûna rewşa siyasî û nakokiyên di navbera aliyên hevrik ên Lubnanê de zêdetir dike. Di demekê de ku pêwîstiya welat bi biryarên hikumetên ji bo çareserkirina krîza aborî heye.”

(cx)