​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-5-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-5-2022`YAN
3 hezîran, 2022   23:00

Meclisa Rûspiyan a navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo, ji bo şîrovekirina geşedanên dawîn li herêmê civînek li navenda êlan a li navçeyê li dar dixe saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hêzên Parastina Civakê (HPC) ji şêniyên navçeya Tirbespiyê re civînek ji bo şîrovekirin şerê gelê şoreşgerî û rêbazên parastina cewherî li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê şîrove bikin li hola Siyahî saet di 10:00`an de li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Nirxandin û Şêwiriya Dîplomatîk kongreyek ji partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li navenda xwe ya li Qamişloyê saet di 11:00`an de li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Gelek ronakbîr û şopdarên rewaş heyî, diyar kirin ku xurtkirina xweparastinê, rêya yekane ya têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ev yek di berxwedana Şêxmeqsûd de îsbat bû ku li gorî fikrên rêber Abdullah Ocalan e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên saziyên sivîl ên rojhilatê Dêrazorê da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê binpêkirina mafên mirovan e, her wiha silav li berxwedana gerîla kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê gotin wê berxwedanê li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê berdewam bikin. Her wiha diyar kirin ku êdî siyasetên dewleta Tirk a dagirker û niyetên wê yên mêtinger baş nas dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn, têkildarî wê, siyasetmedar Selah Elemdarî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dixwaze li ser xeta sînor nasnameya kurdî qir bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Gerînendeyê Navenda Qudis a Lêkolînên Siyasî Erîb El-Rentawî anî ziman ku ji bo Kurd û Ereban hewcedarî bi pêşerojeke hevbeş heye, ji ber ku gelek factor hene ku dihêlin di siberojê de hevkarî di navbera wan de çêbe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Kobanê diyar kirin ku ENKS`ê li ser hesabê Kurdan, propagandaya dagirkeriya Tirk dike, di heman demê de şêniyên taxa Şêxmeqsûd teqez kir ku armanca beşdarbûna PDK`ê bi dagirkeriya Tirk di êrişên xwe yên li ser gerîla de kuştin û tunekirina gelê Kurd e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Erdogan û hevkarê wî Bahçelî piştî ku ji êrişa dagirkeriyê ya li ser Zap, Metîna û Avaşînê encama xwestî bi dest nexist, bi şikestineke giran re rû bi rû ne. Bi ser de vê jî têrê nekir, biryar dan ku li dijî Rojava şerekî nû bidin destpêkirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel parastinên serkeftî a Hêzên Parastina Civakê zeviyan, ji bo hêsankirina xebatên wergirtina hilberînê û dayîn fatoreyan, navendên wergirtina berhemên genim û ceh vekirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA