​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Em pabendî lihevkirina agirbestê ne

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bi daxuyaniyekê got: “Em pabendî lihevkirina agirbestê ne”, û îdiayên dewleta Tirk ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî, kantona Girê Spî ya dagirkirî topbaran kiriye, red kirin.

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Em pabendî lihevkirina agirbestê ne
3 hezîran, 2022   15:12
EYN ÎSA

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef li qada avahiya meclisê ya li navçeya Eyn Îsayê daxuyanî da û bersiva îdiayên dewleta Tirk a dagirker da ku dibêje Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kantona Girê Spî ya dagirkirî, kiriye hedef.

Roja yekşemê, balafireke bêmirov a biçek avahiyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li rex nexweşxaneya Watanî ya li kantona Girê Spî ya dagirkirî, kir hedef. Di encamê de 3 çeteyên dagirkeriya Tirk hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.

Riyad El-Xelef di daxuyaniyê de destnîşan kir ku heta niha hêzên navneteweyî destwerdana nû ya dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê nekiriye, ji ber wê dewleta Tirk a dagirker li hicetan digere da ku ji cîhanê re xuya bike ku sînorên wê ne ewle ne û bi vê yekê destwerdana wê erê bikin.

El-Xelef teqez kir ku hêzên wan pabendî lihevkirina agirbestê ne, rojekê ev lihevkirin binpê nekiriye û tenê di çarçoveya parastinê de bersiva êrişên dagirkeriyê û çeteyan ên li ser herêmê  dane.

Her wiha El-Xelef daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker rojane gundên li ser eniyên şer topbaran dike û di encamê de welatî tên kuştin û birîndar dibin û wiha domand: “Di du rojên dawîn de bi dehan gundên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê hatin topbarankirin. Di encamê de jinek û zaroka wê yên ji gundê Şîşî yê navçeya Cirin a rojavayê kantonê birîndar bûn.”

Gundên li rojavayê kantonê hatine topbarankirin ev in; Zenûbya, Erîde, Mixtara, Ebû Heye, Firîan, Metîna, Zenare, Şîşî, depoyên gundê Xez Elî, Xefiye Salim, Saroj, Qurunful Jêrîn û Jorîn, Şarok, Guperlîk, Minjukî, Hewalik, Bîr Elî Zerzûrî, Benderxan, Qertel, Zarî, derdora kargeha Lafarge, gundên Hoşan û Xalidiye yên rojavayê navçeya Eyn Îsayê.

Riyad El-Xelef di dauxyaniyê de bang li civata navneteweyî û hêza garantor kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û planên wê yên dagirkirina herêmê rawestînin ku dixwaze bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan ên bermahiyên DAIŞ`ê li herêmên ku hewl dide dagirker bike, hawîrdoreke guncew ji bo vejandina terorê peyda bike.

Di dawiyê de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî soza parastina herêmê li hember planên dewleta Tirk a dagirker da.

(şx)

ANHA