Mîhrîcana Sêyemîn a Xwendekarên Demokratîk li kantona Şehbayê dest pê kir

Îro Mîhrîcana Sêyemîn a Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi dirûşma “Di sala serkeftinê de xiyanetê têk bibin û ji bo rizgarkirina Kurdistanê tê bikoşin”, li stada gundê Babnis ê kantona Şehbayê li dar ket.

Mîhrîcana Sêyemîn a Xwendekarên Demokratîk li kantona Şehbayê dest pê kir
Mîhrîcana Sêyemîn a Xwendekarên Demokratîk li kantona Şehbayê dest pê kir
Mîhrîcana Sêyemîn a Xwendekarên Demokratîk li kantona Şehbayê dest pê kir
3 hezîran, 2022   14:50
ŞEHBA

Tevgera Xwendekarên Demokratîk û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê Mîhrîcana Sêyemîn a Xwendekaran li dar xist. Tê de listikên ferdî û komî yên werzîşê li stada gundê Babnisê hatin lîstin.

Bi sedan xwendekarên herêma Efrînê li stadê kom bûn. Di merasîma vekirina mîhrîcanê de, endama Tevgera Xwendekarên Demokratîk Fatme Mihemed axivî û destpêkirina mîhrîcanê li beşdaran pîroz kir.

/ar/uploads/files/2022/06/03/135915_fatmh-mhmd.webp

Fatme wiha domand: “Lidarxistina mîhrîcanê di vê demê de, peyama me ji dewleta Tirk re ye ya ku hewl dide me qir bikin. Her ciqas dorpêç û topbaran berdewam bike, em ê berxwedanê berdewam bikin. Em nahêlin planên wan vîna me û îradeya me bişikîne.”

Di roja yekemîn a mîhrîcanê de, lîstikên ferdî mîna, pîngpong, şentranj, bez û lîstikên komî mîna futbol, werîskişan û volybol hatin lidarxistin.

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku roja duyemîn a mîhrîcanê dê li hola Mîtan a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li dar keve. Lê di vê rojê de dê berhemên hunerî werin pêşkêşkirin. Her wiha dê tîm û lîstivanên serkeftî werin xelatkirin.

(şx)

ANHA