Hevserokên komîn û meclisên Kobanê hişyarî li xeteriyên şerê piskolojîk da

Hevserokên meclis û komînan da zanîn ku dema herêm rastî xeteriyên derve were, gel hêza sereke ye ku pişta xwe bidin wê. Her wiha teqez kir ku dema pêş pir hesas e û divê zêdetir xebat û koordîna di nava komîn, meclis û gel de hebin.

Hevserokên komîn û meclisên Kobanê hişyarî li xeteriyên şerê piskolojîk da
3 hezîran, 2022   07:19
KOBANÊ

Heger herêm rastî xeteriyên derve were, mezintirîn rol dikeve ser milê gelê herêmê ku xwe di nava meclis û komînan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêxistin dike û rola wan di têkbirina planên li dijî herêmê de sereke ye ku meclis yekitiya civakî ku nûnertiya gel dike.

Hevserokê Meclisa Navçeya Kobanê Nebo Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk şerekî piskolojîk bi kar tîne û wiha axivî: "Erka her kesekî ku li ser vê axê dijîn ku li hember vê yekê bisekine weke ku beriya niha jî gelê herêmê li hember çeteyên DAIŞ`ê sekinîn ku nûnertiiya heman îdeolojiyê dikirin."

Nebo Şêxo wiha domand: "Em di meclisên navçeyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser di her tiştî de bi gelê xwe re disekinin. Divê em di pêvajoya pêş de hişyar bin. Ji ber pêvajoyeke pir hesas e û divê zêdetirî xebat û koordîne di navbera komîn û meclisên herêmê de hebe. Ev xebat ne tenê erka ciwanna e lê belê erka hemû şêniyan e. Divê meclis û komîn ji dijminê ku hewl dide xaka wan dagir bike û wan koçber bike, hişyar bin."

 ‘GEL ÇAVKANIYA HÊZA ME YE‘

Komîn rêbaza rêxistinî û cihê sereke ji bo pêşketina civakan di warê exlaqî, siyasî, civakî û sekna li hember çi xeteriyên hundirîn ku rastî gelê herêmê tê de ye û ew jî bi rêya şerê taybet ku li hember wan tê bi karanîn. Ji ber wê jî Rêveberiya Xweser bi awayekî mezin xwe dispêre meclis û komînên ku nûnertiya îradeya gel di biryardayînê dide, dike.

Hevserokê Komîna Şehîd Kawa ya gundê Mûman a rojavayê bajarê Kobanê Ebduselam Sofî wiha axivî: "Em di meclisên navçe û komînan de hêza me ya sereke gel e. Heta ku em xwe bi xwe ji xeteriyên derve, diparêzin. Her tim armanca me parastina aştiyê ye ku em bi saya zarokên xwe di eniyên şer de di nav de dijîn.

Ebduselam Sofî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Koordînayeke xurt di navbera me û meclisên navçeyan de heye. Ev jî çavkaniya hêza me ye. Divê em vê koordînayê berdewam bikin da ku planên derve yên li dijî gelê me, têk bibin. Xebata sereke ya komînan dema ku bûyerek an jî êrişeke derve li ser herêmên me were kirin, gel bi rê ve bibe. Her wiha li hember tevlîheviya ku sîxurên dewleta Tirk derdixin û metirsiyan di nava şêniyan de belav bike, bisekinin."

(bx)

ANHA