​​​​​​​Welîda Botî: Darizandina Çîçek Kobanê dijberî qanûnên navneteweyî ye

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî da zanîn ku biryara dadgeha Tirkiyê der barê Çîçek Kobanê de ku heta hetayî girtî bimîne, dijberî qanûnên navneteweyî û dûrî nirxên mirovahiyê ye.

​​​​​​​Welîda Botî: Darizandina Çîçek Kobanê dijberî qanûnên navneteweyî ye
3 hezîran, 2022   06:48
QAMIŞLO – SILAVA EBDUREHMAN

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî têkildarî biryara li dijî welatiya sûrî û şervana YPJ`ê Çîçek Kobanê ku heta hetayê girtî be wiha axivî:  "Hemû kirinên ku dewleta Tirk dijberî nirxên mirovahî û qanûnên navneteweyî ne. Dewleta Tirk li gorî qanûnên îmze kirine tev nagere."

Welîde Botî got çawa dewleta Tirk dikare welatiyeke sûrî ku parastina welatê xwe dikir bigre, paşê wê li ser xaka xwe darizîne, her wiha destnîşan kir ku siyasetên qirêj ên dewleta Tirk li dijî hemû jinên siyasetmedar û hiqûqnas ku parastina mafên mirovan dikin, pêk tên.

Dadgeha dozgeriyê ya dewleta Tirk di 28`ê Gulana borî de biryar da ku şervana bi navê Çîçek Kobanê heta hetayê girtî be.

Girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de rastî binpêkirinên hiqûqî û mirovî tên. Nexweş rastî kuştina hêdî hêdî tên. Di Kanûna 2021`an de 7 girtî di nav de jinek ji ber paşdektina rewşa tenduristiya wan hate kuştin. Welîde Botî wiha domand: "Bi hezeran jin di girtîgehên dewleta Tirk de ne. Wan li dijî zulm, bindestî û tundiyê dengê xwe bilind kirin û têkoşiyan, ji ber wê tên hedefgirtin."

Welîde Botî di axaftina xwe de destnîşan kir ku rewşa girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de pir xirab e û wiha domand: "Bêyî darizandineke adil têne darizandin. Têkoşer Çîçek Kobanê hate darizandin û hukmê muebed lê hate birîn. Bi hezeran jin hatine girtin ji ber tev li çalakiyên li dijî tundiya li ser jinan û çalakiyên Roja Jinan a cîhanê bibûn."

Welîde Botî diyar kir ku Çîçek Kobanê bi awayekî hovane hate revandin û wiha pê de çû: "Me ev yek bi çavên xwe dît û li pêşberî raya giştî hate weşandin. Ev yek dijberî exlaq û pîvanên navneteweyî ye. Çeteyên Tirkiyê bi rêya qeydkirina wêne û dîmenên ku li ser rûpelên xwe belav kirin xwestin jinan bitirsînin. Ji wan re peyamekê bişînin ku her jineke ku dengê xwe bilind bike û şerê dagirkeran bike dê çarenûsa wê mîna ya Çîçek Kobanê be."

Welîde Botî behsa êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev tişt got: "Dewleta Tirk tola çeteyên DAIŞ`ê ku ji aliyê YPJ – YPG`ê ve têk çûn û di pêkanîna planên dewleta Tirk li herêmê de bi bin ketin, radike. Ji ber wê jî bi hemû hêza xwe hewl dide îradeya jinan têk bibe."

Welîde Botî destnîşan kir ku di pêvajoya heyî de divê hevgirtin were xurtkirin da ku li hember hemû zehmetiyan bisekinin, li gorî pîvan û rêgezên parastina cewherî xebat were kirin, destek ji hêzên leşkerî re were dayîn û çalakî bi awayekî zêde werin lidarxistin.

Welîde Botî helwesta rêxistinên hiqûqî û navneteweyî di gelek dosyayên hiqûqî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rexne kir, bang li wan kir ku erka xwe pêk bîne, binpêkirinên li dijî siyasetmedar û hiqûqnasên di girtîgehan de û yên li dijî dewletên cîran rawestîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk hemû pîvanên navneteweyî bin pê kirin. Divê AKP`ê û Erdogan ji hemû sûcên ku kirine werin darizandin."

(bx)

ANHA