Rêveberiya Minbicê: Em bêdengiya navneteweyî li hember gefên Tirkiyê şermezar dikin

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê Nûra El-Hamid têkildarî gefên dewleta Tirk ên êrişên nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesta civaka navneteweyî şermezar kir û bêdengiya welatên ereban rexne kir.

Rêveberiya Minbicê: Em bêdengiya navneteweyî li hember gefên Tirkiyê şermezar dikin
3 hezîran, 2022   06:58
MINBIC – SELWA EBDUREHMAN

Roja çarşema borî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gef xwarin ku dê Minbic û Til Rifet dagir bike. Ligel wê jî di helwetsên hêzên navneteweyî û welatên ereban de nezelalbûnek heye.

Têkildarî mijarê Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û Gundewarên wê Nûra El-Hamid ji ANHA`yê re wiha axivî: "Dewleta Tirk êriş û gefên xwe bi awayekî berçav û her tim li dijî şêniyan, pêk tîne. Bi vê yekê aramî û ewlehiya herêmê dike hedef."

Nûra El-Hamid wiha domand: "Dewleta Tirk li ku derê bû dema ku çeteyên DAIŞ`ê bajarên Sûriyê kontorl kirin ku îro  Erdogan gefan dixwe ku dê wan paqij bike? Gelo dê wan ji şêniyên ku şerê DAIŞ`ê ku gefan li tevahî cîhanê dixe, rizgar bike?."

Nûra El-Hamid destnîşan kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezeran şehîd ji bo rizgarkirina bajar û axa xwe ji terorê DAIŞ`ê dan, îro jî Erdogan careke din dibêje dê çeteyên ku ji xaka wan reviyan vegerîne û tev li şerê li Bakurê Sûriyê li dijî xwediyê resen ên axê bike.

Nûra El-Hamid wiha pê de çû: "Erdogan behsa paqijkirina herêmê ji terorê dike. Behsa kîjan terorê dike ku ew bi xwe destekê li herêmên Sûriyê yên dagir kirine, dide wan. Erdogan li dijî şêniyên herêmê komkujiyên hovane pêk tîne."

Nûra El-Hamid teqez kir ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê hemû gef û êrişên li ser herêmên ku bi saya xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, şermezar dike. Her wiha dê çi êrişa li ser wan qebûl nekin ji ber xwîna şehîdan emanet di stûyê wan de ye.

Nûra El-Hamid got armanca dewleta Tirk ku şêniyên herêmê koçber bike, destkeftiyên şehîdan bin pê bike û tirsê di nava şêniyan de belav bike.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê Nûra El-Hamid di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û raya giştî kir ku destwerdanê bike, gef û êrişên dewleta Tirk li dijî şêniyên herêmê, rawestîne.

(bx)

ANHA