Desteyên Aborî, Çandinî û Avdanê: Tirkiyê gefan li jiyana welatiyan dixwe

Desteyên Aborî, Çandinî, Avdanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtinên wê ji zeviyên çandiniyê re di mewsima çinînê de gefan li pariya nanê welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Desteyên Aborî, Çandinî û Avdanê: Tirkiyê gefan li jiyana welatiyan dixwe
2 hezîran, 2022   14:26
HESEKÊ

Desteya Aborî û Desteya Çandinî û Avdanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navenda Desteya Aborî ya Hesekê daxuyaniyeke hevbeş da. Hevserokê Desteya Aboriyê Selman Barûdo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker gefên êrişên nû û dagirkirina herêmên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hincetên cuda xwarin. Bi wê yekê îsbat dibe ku hîna piştgirê terorê ye.

Daxuyaniyê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li seranserî eniyên şer bi ser Serêkaniyê, Eyn Îsa, Minbic û Til Rifetê ve ku di encamê de windahî û zirarên madî yên mezin bi mal û milkên şêniyan çêbûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êriş di demekê de wexta mewsima çandiniyê ye pêk tên. Bi wê yekê gefan li pariya nanê welatiyan dixwin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, rêxistinên navneteweyî û dewletên garantor û aktîf li Sûriyê hate kirin van êriş, gef û sûcên li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û dewleta Tirk a dagirker têkildarî hedefgirtina welatiyan û mewsimên wan di vê demê de were krîmînîlazekirin.

(fr)

ANHA