‛Em êrişên dagirkeriyê şermezar dikin û bi bijarteya berxwedanê ve girêdayî ne’

Meclisa Navçeya Cirin bi daxuyaniyekê topbarana şeva berê ji hêla dewleta Tirk ve li ser gundên li eniyên şer ên rojavayê Girê Spî şermezar kir.

‛Em êrişên dagirkeriyê şermezar dikin û bi bijarteya berxwedanê ve girêdayî ne’
2 hezîran, 2022   14:06
EYN ÎSA

Meclisa Navçeya Cirin têkildarî topbarana şeva berê li ser rojavayê Girê Spî daxuyaniyek li gundê Bîr Ereb da. Hevseroka navçeya Cirin Selwa Hesen bi beşdariya şêniyên gund daxuyanî xwend.

Di encama topbarana bêserûber a şeva berê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li ser eniyên şer ên li rojavayê Girê Spî de, jina bi nave Kewser Hec Xelîl (45), zaroka wê Mizgîn Hec Xelîl (11) ên ji gundê Şeşê birîndar bûn.

Gundên duh hatine topbarankirin, Zenûbiya, Muxtara, Ebû Heyê, Ferîan, Metîne, Bîr Zinar, Şeşê, depoyên Qizelî, Qizelî, Xefiyet El-Salim, Sarûc, Qirunfula Jorîn û Jêrîn, Şarok, Koperlik, Mencokî, Hewalik, Bîr Elî, Serzorî, Benderxan, Qertel, Zarî, derdora kargeha Lafarge, derdora Çelebiyê, Kampanyaya Kobanê, Ehmediyê û Sewan in.

Di daxuaniyê de bal li ser armanca dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji hedefgirtina van gundan de di vê demê hate kişandin. Ew armanc dikin zirarê bigihînin mewsimên çandiniyê, da ku şêniyên birçî bikin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de teqez kir ku ew bi xaka xwe ve girêdayî ne û êrişên dewleta Tirk israra me li ser berxwedanê zêde dike.

Meclisê bang li civata navneteweyî û garantorê rûsî kir ku bi erkên xwe yên bidawîkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmê rabin.

Bi birîndarbûna wê jinê û keça wê, bîlançoya şehîd û birîndarên ji gundên li eniyên şer di dirêjahiya du salên borî de zêde bûn û gihaşt 83, ji wan 39 zarok in.

(fr)

ANHA