Partiya Sûriya Pêşerojê li hember dagirkeriyê banga yekitiyê kir

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Şehba û Efrînê îro daxuyaniyek da û tê de gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî kantona Şehbayê û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye şermezar kirin û bang li gelên herêmê kir ku li hember van êrişan bibin yek.

Partiya Sûriya Pêşerojê li hember dagirkeriyê banga yekitiyê kir
2 hezîran, 2022   12:51
ŞEHBA

Endamên meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn û Şehbayê li qada bajarokê Ehras ê kantona Şehbayê kom bûn.

Endamê rêveber ê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Şehba û Efrîn Elî Selam daxuyanî bi zimanê erebî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê gelê herêmê li hember dagirkeran bisekine û îşaret bi  sûcên dewleta Tirk hate kirin ku siyasetên wê yên dijminane ên li ser gelên azadîxwaz ji dîroka wî ya qirêjî tê, ji ber ku dixwaze nasnameya gelan û demografiya herêmê biguherîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk milyonek koçberên sûrî li herêmên dagirkirî bi cih dike û hat destnîşankirin ku dewleta Tirk xizmeta hêzên hegemon ên cîhanê dike.

Her wiha hişyarî hate dayîn ku eger dewleta Tirk vê rêbazê berdewam bike, dê herêmê ber şerên nû ve bibe.

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku li hember dewleta Tirk bisekinin û rê li ber venekin ku gefên xwe pêk bîne û rê li ber destwerdanên wê di kar û barên dewletên cîran de bike.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî gelên herêmê û cîhanê hat kirin ku li hember planên dewleta Tirk a faşîst bisekinin û zextê lê bikin ku ji hemû axên ku dagir kirine, derkeve.

(dm)

ANHA