QSD: Li bakurê Minbicê herî kêm 2 çete hatin kuştin

QSD`ê ragihand ku di encama bersivdayîna şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de li bakurê Minbicê 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

QSD: Li bakurê Minbicê herî kêm 2 çete hatin kuştin
2 hezîran, 2022   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku vê sibê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê 3 hewldanên çeteyan ên dagirkirina herêmê li bakurê bajarê Minbicê têk birine. Hewldana çeteyan piştî topbarankirina gundên herêmê pêk hat.

QSD`ê diyar kir ku ev hewldan ji bo destpêkirina êrişeke nû ya dagirkeriya Tirk pêk tên.

QSD`ê wiha da zanîn: “Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên leheng dijmin neçarî vekişînê kir û rê li ber pêkanîna operasyonên din girt.”

(cx)