Rûspiyê Eşîra El-Selman: Berdêl çi be jî, em ê axa xwe biparêzin

Rûspiyê Eşîra El-Selman û endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a gundewarên rojhilatê Dêrazorê piştrast kir ku gefên dewleta Tirk li dijî tevahî pêkhateyên herêmê ne û anî ziman ku ew ê parastina axa xwe bikin.

Rûspiyê Eşîra El-Selman: Berdêl çi be jî, em ê axa xwe biparêzin
2 hezîran, 2022   09:23
DÊRAZOR-FATIMA EL-EBID

Ji dema ku DAIŞ ji aliyê erdnîgarî ve li Bakur û Rojhilatê Sûriye têk çû, dewleta Tirk a dagirker bi armanca ku istîqrara herêmê derb bike û axa Sûriye dagir bike, bi dijwarî êrişî herêmê kir û Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir. Vê dawiyê jî gefên êrişeke nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê û Minbic xwar.

Têkildarî wê, rûspiyê Eşîra El-Selman a bajarokê Hecînê Selah El-Selman da zanîn ku gefên dewleta Tirk yekser li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û wek destdirêjiyeke neexlaqî li azadiya gel bi nav kir.

El-Selman diyar kir ku ev gef di çarçoveya şerê taybet de ne da ku tirsê di nava gelên herêmê de belav bike û zextê li wan da ku dev ji berxwedan û têkoşîna li ser fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, berdin.

Selah El-Selman got, ji ber ku dewleta Tirk li hember van pêkhateyan têk çûye, ji serkeftina projeya netewa demokratîk û hevgirtina hemû pêkhateyan bi hêrs bûye, van êriş û gefan dixwe ku ne tenê Kurdan lê belê tevahî pêkhateyan dike armanc.

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a gundewarên rojhilatê Dêrazorê Rakan El-Ferîh jî destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide dagirkeriya xwe mayînde bike, hevgirtina civakî xirab bike û dest deyne ser xaka herêmê.

EM NAHÊLIN AXA ME BÊ DAGIRKIRIN

Rakan El-Ferîh bal kişand ser vî tiştî ku ew li hember êrişên dewleta Tirk bêdeng namînin û dê parastina axa xwe bikin, projeyên osmanî têk bibin û dev ji axa xwe bernadin.

El-Ferîh da zanîn ku armanc ji van gefan ew e ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û nîşaneya şerek nû li herêmê dide.

El-Ferîh di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku helwestek cidî bigirin, rê li ber dagirkeriya Tirk bigirin, projeya neteweya demokratîk pêk bînin û aloziyên Rojhilata Navîn bi dawî bikin.

(dm)

ANHA