​​​​​​​'Komkujiya Bamernê dewama komkujiyên li dijî şêniyên herêmê ye'

Şêniyên Dirbêsiyê teqez kir ku komkujiya Bamernê ya Başûrê Kurdistanê berdewamiya komkujiyên rojane yên li li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Şêniyan got, PDK berpirsê wê komkujiyê ye.

​​​​​​​'Komkujiya Bamernê dewama komkujiyên li dijî şêniyên herêmê ye'
2 hezîran, 2022   03:33
HESEKÊ – OLVA HAC MENSÛR

Ligel komkujiyên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker komkujiyan li dijî şêniyên Başûrê Kurdistanê jî pêk tîne. Herî dawî dewleta Tirk di 26`ê Gulanê de welatiyên li gundê Zîyoser ê herêma Bamernê ya Başûrê Kurdistanê li seyranê bûn, hedef girtin. Di encamê de 3 welatî ku 2 ji wan zarok bûn, şehîd bûn.

Ev komkujî di demekê de tê ku dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê êrişên qirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne û êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ku di encamê de sûcên şer li dijî şêniyên herêmê pêk tîne.

Welatiya bi navê Reca Mihemed a ji navçeya Dirbêsiyê got armanc ji êrişan ew e ku şêniyan ji warê wan bide koçberkirin û wiha axivî: "Em dibînin ku dewleta Tirk rojane komkujiyan li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Armanca wê ew e ku em warê terik bikin û ewlehî û aramiya li herêmên me têk bibe."

Reca Mihemed diyar kir ku Komkujiya Bamernê ya dewleta Tirk û PDK`ê li dijî 3 welatiyan pêk aniye, rojane li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûbare dibin. Her wiha destnîşan kirk u ew komkujî berdewamiya komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye.

Reca Mihemed daxuyand ku sûcên dagirkeriya Tirk yên li dijî Kurdên Başûrê Kurdistanê encama îxaneta PDK`ê ye ku beşdarî wan sûcan dibe û got, “Dê gelê Kurd xiyaneta PDK ji bîr neke.”

Reca Mihemed destnîşan kir ku di dîroka gelê Kurd de her tim PDK`ê îxanet kiriye, her tim beşdarî êrişên dewleta Tirk bûye da ku armanc û berjewendiyên xwe yên partiyetî û malbatî li ser hesabê gelê Kurd pêk bîne.

Têkildarî helwesta şêniyên herêmê li hemberî êrişan, Reca Mihemed anî ziman ku dagirker bi êrişên xwe dê nikaribin îradeya gelekî ku ji bo parastina yekitiya xaka xwe û destkeftiyên xwe li ber xwe dide, bişkînin.

Welatiyê bi navê Îbrahîm Ehmed jî teqez kir ku komkujiya ku li dijî welatiyên li Bamernê pêk hatiye, berdewaiya komkujiyên ku li dijî Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Îbrahîm Ehmed got PDK`ê berpirsa wê komkujiyê ye û bang li gelê Kurd kir ku helwestekê li dijî îxanetê nîşan bidin. Her wiha bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku êriş û sûcên dewleta Tirk li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê rawestînin.

Welatiya bi navê Fatima Mamê jî bang li PDK`ê kir ku dûrî pêkanîna planên dewleta Tirk a dagirker bikeve, ya ku dixwaze tevlîheviyê di nava gelê Kurd de derxîne û nebe alaveke di destê dewleta Tirk de û li şûna wê jib bo serkeftina gelê Kurd kar bike.

 (bx)

ANHA