Meşa dirêj gihaşt Dêrikê

Meşa dirêj a ku ciwanan li dar xistiye, piştî qutkirina 90 kîlo metre ji Qamişloyê de, gihaşt Dêrikê. Meş ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate lidarxistin.

Meşa dirêj gihaşt Dêrikê
Meşa dirêj gihaşt Dêrikê
Meşa dirêj gihaşt Dêrikê
Meşa dirêj gihaşt Dêrikê
Meşa dirêj gihaşt Dêrikê
Meşa dirêj gihaşt Dêrikê
1 hezîran, 2022   19:34
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di 30‛ê Gulanê de meşeke dirêj ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û îxaneta PDK’ê û destekdayîna berxwedana gerîla li dar xist. Di meşê de bi sedan endamên tevgerê, ciwanên PYD û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Meşa dirêj vê êvarê di roja xwe ya dawî de gihaşt Dêrikê. Bi sedan şêniyên Dêrikê ciwana pêşwaz kirin.

Endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêma Cizîrê Newroz Hesen da zanîn ku armanc ji vê meşê piştgiriya berxwedana gerîla li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bikin.

Beşdar li Navenda Şehid Bawer a Ciwanên Şoreşger a li Dêrikê kom bûn, piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Zerdeşt axivî û wiha got: "Armanca me ji vê meşê piştgiriya gerîlayên li dijî îxanet û dagirkeriya Tirk li ber xwe didin, bikin. Her wiha em radigihînin ku tev li seferberiya giştî ku KCK’ê ragihandiye dibin."

Zerdeşt teqez kir ku dê çalakiyên wan ji bo piştgiriya gerîlayan heta serkeftinê bidomin.

Meşa dirêj bi gerandina dîlanan li Dêrikê bi dawî bû.

(fr)

ANHA