Haşim Hiso: Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em layiqî berxwedana Rêbertî bin

Endamê Însiyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan a Sûriyê Haşim Hiso diyar kir ku rola wan a têkoşîna li dijî tecrîdê ew e ku layiqî berxwedana li Îmraliyê bin û got “Ji bo ku kêşeyên mirovahiyê werin çareserkirin divê Tirk, Kurd û mirovahî ji bo azadiya Rêbertî tê bikoşin.”

Haşim Hiso: Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em layiqî berxwedana Rêbertî bin
1 hezîran, 2022   23:39
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Di ser Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê re 23 sal derbas bûn. Di vê pêvajoyê de polîtîkaya tecrîdê meşandin û faşîzma dewleta Tirk ku nikare ji tecrîdê re maskekê bibîne, di van salên dawî de bi hincetên cuda qedexeyên hevdîtina malbatê û parêzan datîne û polîtîkayên tecrîdê yên nedîtî didomîne.

Parêzeran li dijî astengشkirina serdanên malbatê yên rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş di 28'ê Adarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ya dewleta Tirk dabû. Dadgeriyê ji parêzeran re ragihand biryara qedexeya serdana malbatê heta 3 mehan li rêber Ocalan û girtiyên din hatiye birîn û ev biryar di 21’ê Sibatê de teqez bûye. Dadgeriyê îtîraza parêzeran red kir û cezayê dîsîplînê wek hincet nîşan da.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê li dijî vî cezayê disîplînê ji dadger re nusxeya biryara cezayê dîsîplînê û belge ji dadgeriyê xwestin da ku li dijî vê biryarê bi kar bînin. Tevî ku mafê parêzeran ê bi vî rengî hebû jî dadgeriyê ev daxwaz red kir. Li ser vê yekê serlêdana parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya li Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê ya ji bo mafê xwestina belgeyan bi heman helwestê hat redkirin.

Endamê Însyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan a Sûriyê Haşim Hiso der barê tecrîda li ser rêber Ocalan û bandorên wê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku rêber Ocalan di rewşeke bêagahiyê ya mutleq de tê ragirtin.

Haşim Hiso diyar kir ku dewleta Tirk hemû kartên di destê xwe de bi kar tîne û hewl dide rêber Abdullah Ocalan rawestîne û got: “Rêbertî mirovekî zana ye. Bi gotina 'Kurdistan êtingeh e, divê tiştek bê kirin' dest pê kir. Fikrên xwe bi gelê xwe û gelên Rojhilata Navîn dan qebûlkirin. Kiriye ku dîroka Kurdan, gelên Rojhilata Navîn û dijmin bê dîtin. Dijminên ku ev taybetmendiyên wî dîtin, hewl dan wî bisekinînin. Dewleta Tirk di tevahiya dîrokê de hewl daye hemû kesên dixwazin gelê xwe ji kedxwariyê rizgar bikin, tesfiye bike û bi hemû derfetên xwe li dijî Rêbertî sekiniye.”

'KURDAN BI RÊBER APO RE XWE JI NÛ VE AFIRAND'

Haşim Hiso bi bîr xist ku sîstema kapîtalîst bi Komploya Navneteweyî re dixwaze gelê Kurd biqedîne ku di encamê de rêber Abdullah Ocalan dîl girt. Hiso anî ziman ku ev xeyalên hêzên sîstemê pûç bûne û got: "Bi Komploya Navneteweyî re rêber Apo xistin zindanê û gotin gelê Kurd dê mîna gelên din ên bindest bihele û tune bibe. Ev 23 sal e li ser rêber Abdullah Ocalan tecrîd heye. Ev ne tiştekî hêsan e. Bi van rêbazan armanc dikin ku gelê Kurd bixin nava jenosîdê û roj bi roj biqedînin. Lê belê gelê Kurd bi paradîgmaya rêber Apo xwe bi hêz kiriye û bêhtir xurt bûye û xwe ji nû ve diafirîne. Gotina Rêbertî ya “Belê ez serok im, lê min bi fikrên xwe bi hezaran serok afirandin” bûye rastî.”

'HEWL DIDIN BÊHNÊ LI RÊBERTÎ BIÇIKÎNIN'

Haşim Hiso li ser sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê destnîşan kir ku ev sîstem li tu dera cîhanê nîn e û got: "Îmralî cihekî wisa ye ku zehmet e mirovekî tendurist jî lê bimîne. Pergalek ava kirine ku çivîk jî nikarin bikevin Îmraliyê. Nelson Mandela jî 27 salan di girtîgehê de ma, lê derfetên wî yên ragihandinê hebûn. Hewl didin nefesê li Rêbertî biçikînin. Li cîhanê zilmeke ji vê mezintir nîn e. Heke bi Rêbertî re li ser maseyê rûnên, dê pirsgirêka Kurd çareser bibe û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin. Kurd, Tirk û gelên cîhanê hemû dê rojên xweş derbas bikin. Divê baş were zanîn ku di navbera me û gelên Tirkiyê de tu pirsgirêk nîn e. Ew jî mirov in û em jî. Me guleyek jî berî wan nedaye. Tişta ku diqewime, berhema polîtîkayên qirêjî yên dewleta Tirk e."

Haşim Hiso wiha dewam kir: "Tecrîda ku îro li ser Rêbertî tê ferzkirin, li dijî nirxên mirovahiyê û mafên mirovan e. Bi tu awayî destûr nayê dayîn ku bi parêzera an jî malbata xwe re hevdîtinê bike û destûr nayê dayîn ku bi gelê xwe re têkiliyê deyne. Li tu devera cîhanê tecrîdeke bi vî rengî nehatiye dîtin. Bi tecrîdê dixwazin Rêbertî ji gotinên ku çarenûsa gelê Kurd û heta gelên Rojhilata Navîn diyar dike, bê par bimîne û rê nîşanî wan nede.”

Endamê Însyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan a Sûriyê Haşim Hiso axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez bang li gelên Tirkiyê, hemû Kurdên cîhanê û gelên cîhanê dikim ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan çalakiyan li dar bixin. Çi çalakî, çi kar ji me were xwestin, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertî, divê em tişta ji me tê xwestin, bikin. Divê em dengê xwe ragihînin hemû sazî û desthiladarên qada navneteweyî. Em careke din dibêjin; ji rêber Apo re azadî!”

JI 2021'AN VE TU AGAHÎ JÊ NÎN E

Cara pêşîn di 27’ê Nîsana 2020’an de mafê telefonê ji rêber Abdullah Ocalan re hat dayîn ku di girtîgeha Îmraliyê de 23 sal û 3 meh e di şertên tecrîda giran de tê girtin. Rêber Ocalan di 25’ê Adara 2021’an de dîsa bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû û piştî ku di medyaya civakî de hin îdia derketin, fikarên raya giştî zêde bûn. Lê belê Mehmet Ocalan ragihand ku ev hevdîtin hatiye qutkirin.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Rezan Sarica û Newroz Uysal herî dawî di 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de piştî 8 salan bi muwekîlê xwe re he