​​​​​​​QSD: Tu têkiliya me bi topbarankirina Girê Spî tune ye

QSD’ê da zanîn ku hêzên wan tu êrişa bi moşekan li dijî Girê Spî ya dagirkirî pêk neaniyê.

​​​​​​​QSD: Tu têkiliya me bi topbarankirina Girê Spî tune ye
1 hezîran, 2022   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku tu têkiliya hêzên wan bi êrişa moşekan a li dijî bajarê Girê Spî tune ye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Malperên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên nûçeyên derew belav kirin, tê de îdia dikin ku hêzên me bi moşekan bajarê Girê Spî yê dagirkirî hedef girt. Em piştrast dikin ku hêzên tu êriş di saetên borî de li ser wê herêmê pêk neaniye. Çavkaniyên herêmî teqez dikin ku navenda bajêr bi rêya balafireke bêmirov a nenas hate hedefgirtin."

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re da zanîn ku balafirên nenas nuqteyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hedef girtin, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

(fr)

ANHA