Ji kampa Holê beşeke din a penaberên iraqî derket

Îro ji kampa Holê beşeke din a malbatên iraqî derket û ber bi xaka Iraqê ve hatin şandin. Îsal ev beşa sêyemîn e ku penaberên Iraqê yên dixwazin vegerin, derdikeve.

Ji kampa Holê beşeke din a penaberên iraqî derket
Ji kampa Holê beşeke din a penaberên iraqî derket
Ji kampa Holê beşeke din a penaberên iraqî derket
Ji kampa Holê beşeke din a penaberên iraqî derket
Ji kampa Holê beşeke din a penaberên iraqî derket
Ji kampa Holê beşeke din a penaberên iraqî derket
Ji kampa Holê beşeke din a penaberên iraqî derket
1 hezîran, 2022   15:19
HESEKÊ

Di çarçoveya hevkariya domdar a navbera rêveberiya kampa Holê, komîteya ewlehiyê û Komîteya Penaberan a Parlamentoya Iraqê de beriya çend kêliyan beşeke din ji malbatên Iraqê ji kampa Holê derket. Ew malbat bi rêya erebeyan tevî hêzên parastinê ji kampa Holê ber bi xaka Iraqê ve çûn.

Karwana erebeyên penaberên iraqî ber bi deriyê Faw a di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xaka Iraqê de çû, ji wir jî ber bi kampa Ceda ya li parêzgeha Nînewa ya Iraqê ketin rê.

Li gorî kesên beşên penaberan bi rê ve dibin, hejmara beşa nû 152 malbat in, tê de 690 kes hene. Bi wan re belgeyên iraqî hene, ji jin, zarok, mêr û ciwanan pêk tê.

Bi vê beşê re, îsal bûn 3 beş ji kampê tên derxistin. Ji wê zêdetir jî beşek ji penaberên iraqî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûbûn ku di 3’yê vê Adarê de bi rêya deriyê Til Koçerê derketin. Ew yek jî li gorî lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hikumeta Iraqê û Komseriya Karûbarên Penaberan a NY’yê pêk hat.

Li kampa Holê 29 hezar û 152 kes ên bi nasnameyên iraqî hene, ji ciwan, mêr, jin û zarokan. Ew kes di nava 7 hezar û 791 malbatan de ne.

(fr)

ANHA