Li navçeya Til Rifetê klînîkek hate hedefgirtin

Balafireke bêmirov a xwekuj a dewleta Tirk a dagirker klînîkeke nexweşiyên jinan li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê, hedef girt.

Li navçeya Til Rifetê klînîkek hate hedefgirtin
1 hezîran, 2022   06:05
ŞEHBA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku vê sibê balafireke bêmirov a xwekuj kîlînkeke nexweşiyên jinan hedef girtiye. Klînîka li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê hatî hedefgirtin ya bijîşk Xelîl Şêx Hesen e.

Di encama êrişê de ziyanên madî di klînîkê de çêbûn.

(cx)

ANHA