Hude Riziq: Erdogan dixwaze herêmeke bê Kurd ava bike

Lêkolînera Sosyolojiya Siyasî û karûbarên kurdî û tirkî Dr. Hude Riziq da zanîn ku Erdogan dixwaze herêmeke bê Kurd ava bike û Komkara Erebî vê yekê paşguh dike.

Hude Riziq: Erdogan dixwaze herêmeke bê Kurd ava bike
1 hezîran, 2022   06:16
NAVENDA NÛÇEYAN-MÎDYE HENAN

Dewleta Tirk a dagirker bi destpêkirina aloziya Sûriyê ji 2011`an ve, sînorên xwe li pêşiya penaberên Sûriyê vekirin û gelek rêxistinên xêrxwaziyê bi hinceta penaberên Sûriyê li Tirkiyê vekirin. Di nav de rêxistina AFAD ku Fuat Aktay serokê wê ye, rêxistina IHH ku bi awayekî yekser girêdayî îstixbarata dewleta Tirk e û rêxistinê TIKA a girêdayî serokatiya komarê.

Penaberên Sûriyê li Tirkiyê di 13 kampan de ne ; Riha, Kilis, Dîlok, Maraş, Îslahiyê, Bohşîn 1, Bohşîn 2, Yayladag 1, Yayladag 2, Tarsûs, Osmaniyê, Kofteçî û Samsûr.

Piştî destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk li Sûriyê û dagirkirina gelek herêman, dewleta Tirk gelek kamp ava kirin, di nav de kampa Atmê, Qah, Bab El-Hewa û kampên din li Ezazê li seranserî sînor vekirin. Hejmara penaberên sûrî yên li Tirkiyê, heta niha tu serjimariyeke diyar tune ye. Sala 2016`an Tirkiyê îdia kir ku nêzî 3.6 milyon penaber li Tirkiyê ne. Lê aliyên têkildar ji vê hejmarê bi guman in. Bi taybet ji ber ku aliyên têkildar mîna NY`yê serjimariyeke fermî çênekiriye. 

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyê ve, penaberên sûrî wek belgeyeke zextê li dijî dewletên ewropî bi kar anî. Sala 2015`an sînorên xwe vekir di encamê de bi sed hezaran penaberên sûrî gihaştin dewletên Yekitiya Ewropayê (YE). Li Almanyayê derdora milyonek penaber heye. Ji ber wê Almanya û dewletên YE`yê neçar ma nêzî 3 milyar dolar ji Tirkiyê re pêşkêş bikin, ji bo ku sînorên xwe li pêşiya pêla penaberan ber bi Ewropayê ve bigire.

Her wiha dewleta Tirk bi sed hezaran penaberên sûrî di nav kampan de kirin leşker û tev li şerên li herêmê kir da ku siyasetên xwe yên dagirkirinê li Sûriyê yan jî dewletên cîran û dewletên din pêk bîne.

`GIRÎNGTIRÎN DEWLETÊN PENAGEHA SÛRÎ`

Yewnanistan; Herî zêde penaberên sûrî lê ne. Di Tebaxa 2015`an de derdora 200 hezar penaber pêşwazî kirin ku piraniya wan sûrî bûn. Li gorî daneyên Wezareta Koçberî û Penageha Yewnanistanê ev rêje sala 2021`an bi rêjeya ji sedî 40 daket.

Dewletên ereb: Gelek welatên ereban penaberên sûrî pêşwazî kirin. Ji bilî Iraqê ku gelek alozî lê hene, penaberên sûrî hema bêje li hemû welatên ereban hene. Fişarên ji ber penaberan li Lubnan û Urdinê zêde dibin, ji ber ku di bingehê de derfetên wan kêm in. Li gorî lêkolînê, rewşa penaberên sûrî li kampên wan welatan dermirovî ye.

Tirkiyê; rêjeya penaberên sûrî ku bi awayekî fermî li Tirkiyê hatine qeydkirin derdora 3.7 milyon sûrî ye. Berdewamkirina pêla penaberan ber bi Tirkiyê ve, fişareke mezin li ser derfetên dewletê pêk tîne.

Hêsanên ku dewleta Tirk ji penaberên sûrî re pêşkêş kirine, siyasetên ku li dijî wan hatine meşandin heta bigihêjin Ewropayê, hiştin ku sûrî venegerin Sûriyê. Ev yek gelek xeter e, nexasim ku piraniya penaberan akademisyen û xwedî tecrube bûn. Dewleta Tirk nasnameya Tirkiyê da gelek penaberan. Têkildarî wê, wezîrê karên hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu 19`ê Çileya 2019`an  ji ajansa Anadolê re piştî civîna têkildarî ewlehiya hilbijartinên xwecih, axivî û got sûriyên ku nasname birine dikarin dengê xwe di hilbijaritnên xwecih de bi kar bînin ku di Adarê de li dar ketin. Wê demê hejmara sûriyên nasnameya tirkî bi dest xistine, 79 hezar û 820 sûrî bû.

`ERDOGAN HERÊMEKE BÊ KURDAN DIXWAZE`

Lêkolînere Sosyolojiya Siyasî û Karûbarên Kurdî û Tirkî Dr.Hude Riziq ji ajansa me re axivî û got: “Dema Recep Tayyîp Erdogan rojava bi belgeya penaberan şantaj dike, diyar dibe ku ew dixwaze dewletên rojavayî projeya herêma ewle erê bikin. Ew herêmeke mezin dixwaze. Niha hewl dide dibistan, zanîngeh, mizgeft û nexweşxane li Ezaz, Efrîn, Cerablus ava bike. Proje diyar  û zelal e ew dixwaze herêmeke bê kurdan ava bike û penaberên alîgirên xwe lê bi cih bike. Ruxmî ku ev herêm warê kurdan e.” 

`EW PENABER KÎ NE?`

 Di vê dawiyê de Erdogan got welatê wî amadekariyan dike ku milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî bi cih bike. Ev gelek pirs derxistin pêş; gelo ev penaber kî ne, şêniyên resen ên Sûriyê ne? yan jî alîgirên Tirkiyê ne? Di vî warî de Dr.Hude Riziq got: “Îro zêdetirî 500 hezar kes vegerîn herêmên Cerablus û Babê ku piraniya wan sûriyên alîgirên AKP`ê ne.”

Dr.Hude Riziq destnîşan kir ku Erdogan dema serdana dewletên Kendavê kir, soz da ku gundên nû li herêmên dagirkirî ava bike û wiha domand: “Ev gund dê kurd jê bên dûrxistin û dê penaber lê bên bicihkirin. Ne tenê penaberên ku revîne Tirkiyê lê belê penaberên ku endamên Artêşa Azad in, zarok û hevjînên wan in, her wiha tevgerên îslamî yên di bin ala Tirkiyê de kar dikin. Ji bo dewleta Tirk, ev kes dê herêmê bi rê ve bibin.”

Hude Riziq ev li gotina xwe zêde kir: “Erdogan îdia dike ku ev herêm dê ya Sûriyê be. Lê di pratîkê de, ev niştecih dê ji bo Tirkiyê wek bendeke ewlehiyê bin ku dê herêmên kurdan jê dûr bixe. Ew dixwaze bi hinceta şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) vê herêmê ava bike.”

`DIVÊ SÛRIYÊ DAXWAZ BIKE KU TIRKIYÊ JI AXA WÊ DERKEVE`

Hude Riziq teqez kir ku divê Sûriyê banga derketina Tirkiyê ji axa xwe bike û hebûna Tirkiyê wek dagirkirin bi nav bike. Hude Riziq wiha pê de çû: “Dewletên Kendavê jî destek didin dagirkeriya Tirk. Ew vê projeyê fînanse dikin ji ber ku Erdogan îdia dike ku sunnî koçberî Tirkiyê bûn da ku xwe ji hovîtiye Beşar El-Esed biparêzin. Îdia dike ew ku sunniyan diparêze û dixwaze wan vegerîne Sûriyê, lê beyî ku armanca xwe ya sereke eşkere bike ku dixwaze kurdan ji sînorên xwe dûr bixe. Ya duyemîn dixwaze van penaberan wek bendeke asê di navbera xwe û kurdan de bi kar bîne. Ev herêm veguhere herêmeke sûrî lê di pratîkê de û li ser asta ewlehiyê girêdayî Tirkiyê be.”

Hude Riziq îşaret bi siyasetên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Ev siyaset xeter in bi taybet li ser yekitiya axa Sûriyê, heta ku ev herêm, sûrî ma. Lê di rastiyê de ev xeterî li ser ewlehiya Sûriyê ye. Dewleta Tirk demografiya Sûriyê diguherîne. Ev mijar girêdayî dewletê ye, gelo bi rastî dixwaze wan herêman ji destê Tirkiyê vegerîne yan jî rê li pêşiya Erdogan veke.”

`KOMKARA EREBÎ GIRÎNGIYÊ NADE VÊ MIJARÊ`

Hude Riziq destnîşan kir ku Komkara Erebî girîngiyê nade vê projeya mêtingeriyê ya dewleta Tirk ji ber ku bi şerê li Yemenê û aloziyên xwe yên hundirîn re mijûl e û wiha berdewam kir: “Ez difikirim ku Erdogan dê proejya xwe berdewam bike. Bi rêya wê dê bi kevirekî li 2 çûkan bide; hundirê Tirkiyê aram bike, ji ber gelek penaber hene dixwaze ji wan xilas bibe. Li aliyekî din dixwaze opozîsyona hundir razî bike. Di heman demê de vê herêmê bi dest bixe ku bi herêma ewle bi nav dike.”

Hude Riziq behsa siyasetên Erdogan ên li hember dewletên ereban kir û got: “Erdogan têkiliyên xwe bi piraniya dewletên ereban re vegerandin di nav de Îmarat, Cezaîr û Erebistana Siûdî. Îro jî hewl dide têkiliyan bi Misirê re vegerîne. Misir ji bo vê yekê şert danîbû ku divê dewleta Tirk ixwan muslimîn ji Tirkiyê derxe û gelek şertên din têkildarî Lîbyayê hebûn. Heke ev şert pêk werin, dê têkiliyên di navbera Tirkiyê û Misrê de vegerin. Divê em ji bîr nekin ku dewletên ereb, dahatên xwe ji Tirkiyê tînin ruxmî ku li ser asta siyasî pê re nakok in. Tenê Erebistana Siûdî miqdara dahatên xwe yên Tirkiyê kêm kirin.”

Hude Riziq daxuyand ku li gel van têkiliyan, piştî ku Tirkiyê têkiliyên xwe bi Cezaîrê re baş kirin, xuya ye ku têkiliyên tirkî-erebî mîna berê ku bê pirsgirêk vedigerin. Hude Riziq diyar kir ku Erdogan propagandayê dike ku kurd li ser yekitiya dewletên ereb û yekitiya Tirkiyê xeter e û wiha domand: “Ez bawer nakim ku dewletên ereb li dijî hewldanên Tirkiyê bisekinin. Li aliyekî din jî Erdogan dibêje ew xaka Sûriyê qut nake. Lê di rastiyê de ew guhertina demografiyê pêk tîne.”

`HELWESTA RASTÎN A EWROPAYÊ`

Dr.Hude Riziq bal kişand ser helwesta rastîn a Ewropayê ji vê projeyê û got: “Dewletên ewropî bi Rûsyayê re di şer de ne. Tirkiyê endamek NATO`yê ye. Nakokî di navbera Ewropa û Tirkiyê de hene. Di heman demê de ji bo Ewropayê cihê Tirkiyê yê stratejîk girîng e. Helwesta Tirkiyê jî ji bo berjewendiyên wan e. Rast e Erdogan hewl da li hember şerê Ukrayna xwe bêalî nîşan bide, ev bêalî jî dîsa ji bo berjewendiyên Ukrayna û Ewropayê ye. Çekan dide ukraynayan û tengavê Bosfor li gorî lihevkirina 1936`an girt. Îro jî li dijî endamtiye Fînlanda û Siwêdê ya NATO`yê bi hinceta ku destekê didin fermandarên kurdî yên PKK`ê disekine. Bi rêya van helwestên xwe, dixwaze destkeftiyên siyasî ji Ewropayê bi dest bixe ku hewcedariya wan bi Tirkiyê û cihê wê yê stratejîk heye.” 

Dr.Hude Riziq destnîşan kir ku pêwîstiya Ewropa bi Tirkiyê û Recep Tayyîp Erdogan heye û nirxandina xwe wiha bi dawî kir: “Bawer nakim ku dê li hember Erdogan tiştekî bikin nexasim ku civîna Bruksel û dewletên din li hember plana penaberên sûrî tu helwest nîşan neda. Bawer im Ewropa destekê dide vegerandina beşek ji wan penaberan. Hevbeşiyeke kûr di navbera ewropî û Erdogan de heye. Bi taybet di şerê Ukraynayê de pêwîstiya Ewropayê bi cihê stratejîk a Tirkiyê heye.”

(şx)

ANHA