Ji meşa dirêj; Divê ciwanên li Kurdistanê hevgirtî bin û li kêlek gerîlayan bin

Ciwanên tev li meşa dirêj a ku ji Qamişlo ber bi Dêrikê ve dest pê kiriye, teqez kir ku ew ê çalakiyên xwe yên piştgiriya berxwedana gerîla li dijî êrişên qirkirinê berdewam bikin û bang li hemû ciwanên Kurdistanê kir ku li dijî êriş û siyasetên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Ji meşa dirêj; Divê ciwanên li Kurdistanê hevgirtî bin û li kêlek gerîlayan bin
1 hezîran, 2022   03:37
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê û tevkariya PDK’ê bi dagirkeriyê re û ji bo piştgiriya berxwedana gerîla li dijî êrişên qirkirinê, duh Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwana dest bi meşa dirêj a ji Qamişloyê ber bi navçeya Dêrikê ve kir.

Meşa dirêj bi diruşma "Li dijî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" dest pê kir, tê de bi sedan endamên yekitî, tevger, rêxistin û saziyên ciwanan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn. Dê meş 3 rojan li ber xwe bide.

Girêdayî meşê ajansa me nêrînên ciwanên beşdar girtin. Ciwanan berxwedana gerîla ya li dijî êrişên qirkirinê silav kir.

‛CIWANÊN SURYAN DESTEKÊ DIDIN BERXWEDANA GERÎLA’

Hevserokê Yekitiya Ciwanên Suryan a Pêşvero li Sûriyê Sibhî Melekî bal kişand ser armancên meşa dirêj û wiha got: "Meşa me di çarçoveya bertekên ciwanan li dijî siyaset û êrişên dewleta Tirk a dagirker û destekdayîna berxwedana gerîlayan de tê. Gerîla di berxwedana xwe ya li dijî dewleta Tirk a faşîst  de ku mîraseya dewleta Osmanî ye, tiştê herî giranbuha dide."

Melekî behsa sûcên ku deweta Tirk a dagirker li dijî gelên Rojhilata Navîn pêk anîne, kir û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker gelek sûc li dijî hemû gelan pêk anîn, bi taybet li dijî gelên Suryan û Ermen. Komkujiya Sêfo ya 1915’an mînak e."

Melekî piştrast kir ku ew ji bo têkoşîna li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku projeya demokratîk li herêmên hedef digire amade ne û wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk a dagirker siyasetên qirkirinê li dijî gelan pêk tîne."

‛BAWERIYA ME BI BERXWEDANA WAN XURT E’

Endama Yekitiya Jinên ciwan Şêrîn Ehmed da zanîn ku ew ê çalakiyên xwe yên piştgiriya berxwedana gerîla li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi desteka PDK’ê bidomînin û wiha got: "Em ê heta serkeftinê destekê bidin berxwedana wan."

Şêrîn Ehmed berxwedana YJA-Starê li dijî artêşa Tirk a dagirker silav kir û wiha domand: "Em bi berxwedana û serkeftina wan li dijî dagirkerî û îxanetê bawer in."

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Tevgera Xiwanên Şoreşger a Sûriyê li Minbicê Nasir Himêdî bal kişand ser berxwedana dîrokê ku gerîla li dijî êrişên qirkirinê ya li ser gelan pêk tên û wiha anî ziman: "Di oxira rizgarkirina Rojhilata Navîn de bêyî cudahiya di nava pêkhateyan de hêzên gerîla li tê dikoşin."

Himêdî ev tişt li zêde kir: "Li çiyayên Kurdistanê gerîlayên azadiyê hene ku civakê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker diparêzin. Em jî weke ciwanên şoreşger teqez dikin ku dê her tim li kêlek berxwedana li van çiyayan bin."

Nasir Himêdî bang li ciwanên li Kurdistanê kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê ciwanên Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca derbekirina projeya neteweya demokratîk li Kurdistanê hevgirtî bin."

(fr)

ANHA