​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01- 06-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01- 06-2022
31 gulan, 2022   23:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê daxuyaniyekê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş navenda xwe dide. saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM li pêş navenda xwe ya li Qamişloyê daxuyaniyekê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser Zap, Avaşîn û avakirina avahiyên mêtingeriyê dide. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekitiya Bijîşk û Karkerên Tenduristiyê bi hevkariya Însiyatîfa Sûrî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyekê li pêş Nexweşxaneya Dil û Çavan a li Qamişloyê dide. Saet 02:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komeleya Keziyên Kesk panelek diyalogê bi sernava "Jîngeh di baweriyên olî" li hola konferansan a Zanîngeha Rojava li Qamişloyê dide. Saet 05:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Lêkolînera Sosyolojiya Siyasî û Karûbarên kurdî û Tirkî Dr.Hude Riziq da zanîn ku Erdogan dixwaze herêmeke bê kurdan ava bike û Komkara Erebî girîngiyê nade vê gavê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li dijî welatî û xwezaya Efrînê didomînin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku di meha Gulanê de  li Efrînê 44 welatî hatine revandin û zêdetirî 200 darên zeytûn û henaran, hatine birîn.

- Di herêma sêgoşeya Serêkaniyê yê dagirkirî û navçeyên Til Temir û Zirganê de 30 baregehên dewleta Tirk a dagirker hene. Jê yên herî girîng; Dibistana El-Razî, gundê Dawûdiyê, gundê Ezîziyê, Til Minax, gundê Amiriye, Bab El-Ferec, Bab El-Xêr, Dawûdiye Mele Selman û Etîq El-Hewa.

- Ciwanên tev li meşa dirêj a ku ji Qamişlo ber bi Dêrikê ve dest pê kiriye, teqez kir ku ew ê çalakiyên xwe yên piştgiriya berxwedana gerîla li dijî êrişên qirkirinê berdewam bikin û bang li hemû ciwanên Kurdistanê kir ku li dijî êriş û siyasetên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li kampa Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kuştiyan bû 148 kes û 103 birîndar. Tevî keda zêde ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di nava 5 mehên dawî de 18 kes li kampê hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn.

- Nêzî kilo metreyekê ji eniyên şer bi ser dewleta Tirk a dagirker ve, koçberên Efrînê û şêniyên gundewarên Helebê di konan de li ber xwe didin. Ew kon koçberan ji parçeyên topên dagirkeriya Tirk, azarên germahiya havîn û sermaya zivistanê napêrzin, lê tevî wê berxwedana bilind e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Erdogan bi zelalî îlan kir ku dê êrişî Rojava bike. Di civîna dawîn a Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de ev kir biryareke fermî. Dibêjin ku dema amadekariyên xwe temam bikin dê dest bi êrişê bikin. Tê zanîn ku Erdogan û dewleta ku serkêşiya wê dike, li ser bingeha dijminatiya Kurdan xwedî zîhniyet û sazûmanî ye. Sed sal e ji bo Kurdan ji dîrokê xilas bikin, polîtîkayeke qirkirinê dimeşînin. Hewl didin vê polîtîkayê ne tenê li nava sînorên Tirkiyê, li derveyî sînorê wê jî bi cih bînin.

JIN

-Piştî 5 salan ji destpêkirina pêngava leşkerî ya rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê, berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyê Pêşerojê Îbtîsam Ebdulqadir da zanîn ku piştî rizgarkirina bajêr rewşa jinan hate guhartin û bi "Destpêka nû ya ber bi jiyana azad û rûmet ve " wesif kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA