Şêniyên Minbicê êrişên dagirkeriyê yên li dijî herêmê şermezar kir

Şêniyên Minbicê bi xwepêşandanekê êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, şermezar kir. Şêniyan diyar kir ku armanca van gefan guhertina demografiya herêmê ji bo tevlêkirina wê ji axa Tirkiyê re ye.

Şêniyên Minbicê êrişên dagirkeriyê yên li dijî herêmê şermezar kir
Şêniyên Minbicê êrişên dagirkeriyê yên li dijî herêmê şermezar kir
Şêniyên Minbicê êrişên dagirkeriyê yên li dijî herêmê şermezar kir
Şêniyên Minbicê êrişên dagirkeriyê yên li dijî herêmê şermezar kir
Şêniyên Minbicê êrişên dagirkeriyê yên li dijî herêmê şermezar kir
Şêniyên Minbicê êrişên dagirkeriyê yên li dijî herêmê şermezar kir
Şêniyên Minbicê êrişên dagirkeriyê yên li dijî herêmê şermezar kir
31 gulan, 2022   09:35
MINBIC

Xwepêşandan ji Çerxerêya Mîzan dest pê kir û li Qada Giştî veguherî mitîngê. Şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl, leşkerî û partî, saziyên jinan tev li xwepêşandanê bûn.

Di mîtingê de, cîgirê serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Mihemed Berkel axivî û got: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û heta niha dewleta Tirk aloziyê kûrtir dike da ku moralê gelê Sûriyê zaîf bixe û planên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne.”

Berkel wiha domand: “Dewleta Tirk kengî fersendekê dibîne demografiya herêmên dagirkirî diguherîne û bi hiceta herêma ewle dixwaze projeya xwe ya mêtingeriyê temam bike.”

Berkel her wiha teqez kir ku dema dewleta Tirk ji Sûriyê derkeve, dê Sûriyê aram bibe.

Mihemed Berkel bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Dewleta Tirk armanc dike bakurê Sûriyê bi giştî ji Sûriyê qut bike û tev li axa xwe bike. Wekî ku di sala 1939`an de li Lîwa Iskenderon pêk aniye.”

(şx)

ANHA