Dewleta Tirk êrişî gundên Şêrawa û Şehbayê dike-HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên kantona Şehba û navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî topbaran dike.

Dewleta Tirk êrişî gundên Şêrawa û Şehbayê dike-HATE NÛKIRIN
31 gulan, 2022   07:49
ŞEHBA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de derdora gundê Um Hoş, Um Qura û Wehşiyê yên kantona Şehbayê topbaran dike. Heta vê kêliyê 10 guleyên obîsê li herêmê ketine.

Hemwextî wê, gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî jî tê topbarankirin û heta kêliya amadekirina vê nûçeyê 8 guleyên obîsê li herêmê ketine.

 (cx)

ANHA