Li Îmraliyê darizandina herî mezin a dîrokê îro dest pê kiribû - Rauf KARAKOÇAN

Li Îmraliyê darizandina herî mezin a dîrokê îro dest pê kiribû - Rauf KARAKOÇAN
31 gulan, 2022   07:50

31’ê Gulana 1999’an li girava Îmraliyê ya li Deryaya Marmarayê darizandina herî mezin a dîrokê dest pê kir. Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hate girtin û radestî Tirkiyê hate kirin û cara yekê derxistin pêşberî dadgeran. Dozeke wisa bû ku çavê hemû cîhanê lê bû. Kêliyeke dîrokî bû. Rastiya gel bû ku di şexsê serok Apo de dihat darizandin. Dadgehê di nava lînceke giran de dest pê kir û bi awayekî zindî ji cîhanê re hat ragihandin. Dadgeheke taybet hat avakirin û girseyên li dadgehê bi taybetî hatin hilbijartin û berê wan dan giravê. Hewayekî giran hebû ku bêhn li Kurdan diçikand. Ji ber rewşa bêpêşengmayînê hêrsek hebû. Wekî ku bi rûmeta gelê Kurd bilîzin, dîmenên Rêbertî yên çavên wî tê de hatine girtin û li bin ala Tirkan hatine kişandin, pêşkêşî çapemeniyê dikirin.

DARIZANDINEKE KU ENCAMA WÊ DI SERÎ DE XUYA BÛ

Dadgeheke şovê hat sazkirin ku encamên wê ji berê de xuya bûn. Her tişt mîzansen bû. Dewleta Tirk xwedî wê tespîtê bû ku serkeftineke mezin bi dest xist. Heyeta darizandinê ya diçû Îmraliyê, rastî eleqeyek mezin a çapemeniya Tirk hat. Her gotineke wan dikirin manşet. Dîmenên heyeta dadgehê yên ku dema tû dixwarin, nîşan dan û wekî ku kêfxweşiya wan a ji vê dozê nîşan bidin. Bi girtina rêberê tevgera azadiyê ya Kurd, ferzkirina cezayê darvekirinê di girtîgeheke li giravê de, mirovên nezan ên ku difikirîn pirsgirêk bi dilê xwe çareser bûye, bi hefteyan an jî bi mehan nîqaşên li ser van mijaran dewam kirin. Wateya tiştên di atmosfera lîncê de hatin gotin, zêde nedihat zanîn. Wisa fikirîn ku her tişt bi encam bûye. Bi cezayê îdamê yê li Rêbertî birîn, careke din peyama 'Kurdistana xeyalî li vir binaxkirî ye' didan.

Her çend wek darizandineke dîrokî hatibe qeydkirin jî, ji serî de encamên wê zelal bûn. Di vê dadgeha çêkirî de ku mafê parastinê jî tune bû, şert û mercên axaftinê tune bûn. Di ser darizandina Îmraliyê re tam 23 sal derbas bûn û ji nû ve nirxandina vê pêvajoyê gelekî girîng e.

ŞAŞIYA WAN MEZIN BÛ

Dewleta Tirk a faşîst bi darizandina li Îmraliyê, cezayê îdamê da û komediya dadgeriyê ya ku bi rakirina cezayê îdamê, veguherand cezayê muebbetê. Gelo çi bi dest xistiye? Wisa difikirîn ku PKK dê ji hev bikeve û ev mesele bi dawî bibe. Îro baştir tê fêmkirin ku pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkek e ku tenê bi PKK'ê re were ravekirin. Heta ku pirsgirêka Kurd hebe, PKK an jî rêxistinên mîna wê dê her hebin.

Yên ku hêvî dikirin bi dîlgirtina serok Apo re PKK bê tesfiyekirin, şaşiyeke gelekî mezin kirin. Tevî ku piştî dîlgirtina serok Apo meyla herî mezin a tasfiyekar di nava partiyê de derketibe holê jî, nekarî pêşî li mîsyona PKK'ê ya dîrokî bigire. Yên ku nizanin PKK tevgereke pêşketinê ye, yên hesab nakin ku tevgereke pêşeng e; nikarin PKK'ê fêm bikin û nas bikin. Bi çarmixkirina serok Apo ya li ser kevirên Îmraliyê, di şertên tecrîda giran de hiştina PKK'ê û seferberkirina tesfiyekar-xayînan a li hundir jî nekarîn PKK'ê biqedînin. Yên ku hewl didin PKK'ê biqedînin, operasyonên leşkerî yên mezin pêk bînin, çekên kîmyewî bi kar tînin; nîşan didin ku wan ev dîroka 23 salan têra xwe nexwendiye.

EV ŞER DI HEMAN DEMÊ DE ŞEREKÎ DIYARKER E

Şerê ku îro li dijî PKK'ê tê meşandin, di asta hovîtiyê de dewam dike. Di vî şerê de ku bi desteka NATO'yê ya ji dijmin re tê meşandin, her cure teknîk tê bikaranîn. Tevî serdestiya teknîk jî nikarin encamekê bi dest bixin. Di şert û mercên mezin de gerîla îradeyeke mezin nîşan da, êrişên dijmin têk birin. Ev şerê ku niha li Kurdistanê tê meşandin, di nava bêhevsengiyeke gelekî giran de ye. Ji serdestiya çendaniyê ya dewleta Tirk heta serdestiya teknîk, ev şerê ku bi desteka NATO'yê aliyekî wê yê navneteweyî çêbûye, têrê nake û bi her cure şerê taybet tê meşandin. Ev şer di heman demê de şerê çarenûsê ye. Ev şerê di navbera dewleta Tirk a faşîst û tevgera azadiyê ya Kurd de, dibe ku yê dawîn be. Wek şerê man û nemanê tê şîrovekirin. 

PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ BIRYARA JI NÛ VE BERXWEDANÊ YE

Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an a PKK'ê biryareke girîng e û tevgereke berxwedanê ya nû ye. Ji nû ve ketina nava bergeha Rêbertî ye. Tesfiye hatiye tesfiyekirin. Bersiva herî watedar a ji desthilata faşîst a AKP’ê re ye. Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an a li dijî biryara mehkûmiyetê ya 31'ê Gulana 1999'an jî biryareke ji nû ve berxwedanê ye.

PKK; ramanên serok Apo ku di zindaneke yekkesî û bi ewlehiya sext de û di nav şertên tecrîda mutleq de berxwedaneke bêeman nîşan dayî, mirovên ku berê sînorên Kurdistanê derbas kirine bi berdêl dane. PKK mezintir û berfirehtir bûye.

Berxwedana herî dawî ya li Zap û Avaşînê ya gerîla, berxwedana herî bi heybet a dîroka şerê gel ê şoreşgerî ye. Gerîla gelek caran îspat kir ku têk naçe û bi vê berxwedanê ev yek bêhtir xurt kir. Darizandina li Îmralî pûç û vala ye. Xeta Rêbertî ya ku digot 'Ez di gorê de bim jî ez ê bi rola xwe rabim' û rêbertiya PKK'ê bi ser ketin. Gerîlayên ku bi qehremanî li ber xwe dan û bi ruhekî fedaî şer kir, bi ser ketin.